Koma 102’yemîn çalakiya greva birçibunê ya Mexmûrê dewr girt

  • 10:39 7 Tîrmeh 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 102’yan dewr girt. 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û li yên herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbunê ya li Wargeha Mexmûrê ket roja xwe ya  202’yan û îro koma 102'yemîn dewr girt. Beriya çalakî dest pê bike ji bo tevahî têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin.
 
'Ev dem dema parastina rûmet û nasnameya kurdbûnê ye'
 
Li ser navê çalakvanan  Nêrgiz Tunç  wiha axivî û got:"Di destpêkê de em di kesayeta Şehîd Helmet de hemû şehîdên meha tîrmehê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em weke gelê kurd niha di demek pir hesas û dijwar re derbas dibin. Ev dem ji bo me dema hilweşandina mejiyê dagirkerî û her wiha îxanetê ye. Dema parastina şeref û rûmetê ye, ji bo her kurdekî bi şeref dema wijdanê ye, dema parastina Kurdistanê ye. Li hember gelê kurd bi awayekî wehşane topyekun êrîş tên pêkanîn, pêwist e em jî weke gel topyekun li hember van êrîşan bisekinin. Her gava me, her çalakiya me divê bi awayekî tolhildanî be. Tolhildana li hember qirkirina jinan, tolhildana li hember qirkirina xweza û rumetê, li hember îxanetê. Ev dem dema parastina rûmet û nasnameya kurdbunê ye. Em gelê kurd deyndarê wan qehremanên ku niha li çeperan li berxwe dinin e. Em bang li hemû gelê kurd dikin ku rabin ser piyan û dakevin qadan."
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên 'Bijî Rêber Apo' , 'Şehîd Namirin' bi dawî bû.