Konferansa Demokrasiyê: Nexşerê tê hedefgirtin

  • 09:07 7 Tîrmeh 2021
  • Rojane
STENBOL - Ji Sekreterya Konferansa Demokrasiyê Nesteren Davutgolu da zanîn rojeva herî girîng a li pêş wan, ev e ku nexşerêyekê derxin û têkoşîna yekbûyî bihûnin û wiha got: “Hemû kesên têkoşîna maf didin dixwazin xurt bibin û dengê xwe bidin bihîstin. Ger em di navenda vê de cih bigirin em ê xurt bibin. Divê em li cihên dimînin xurt bisekinin û xwe îfade bikin.”
 
Konferansa Demokrasiyê ya ku hedef dike xwe bigihine hemû aliyên civakê têkoşîn û daxwazan bike yek bi dirûşma ‘ked, azadî, edalet’  bi tevlîbûna ji 200’î zêdetir pêkhateyî di 24’ê Hezîranê de pêk hat. Konferansa ji bo dema nû demokrasiyê ava dike derket rê, hedef dike ji her alî welatiyan bîne gel hev.
 Di konferansê de ji qada çandiniyê bigire heta KHK’ê heta huner û qadê, di 21 qadan de danezan hat weşandin û pirsgirêkên şênber ên vê qadê hatin nîqaşkirin. Nesteren Davutoglu ku di sekreterya konferansê de cih girt, der barê têkoşîna dema pêş de axivî.
 
‘Em dixwazin têkoşînê mezin bikin’
 
Nesterenê diyar kir ku ked, azadî û edalet esas girtine û derketine rê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gotina me jî heye. Me ev konferans jî wek rawestgeha yekem a riyek dûr da ber xwe. Em dixwazin dengê bindestan bidin bihîstin. Yanî em dixwazin daxwazan bînin gel hev û li dijî rejîma otokratîk têkoşînê mezin bikin.”
 
Ji ser 220’an zêdetir pêkhate
 
Nesterenê di berdewamiyê de wiha vegot: “Ji LGBTÎ heta ekolojî, ji gel û baweriyan heta jin û zarokan me di gelek qadan de danezan weşand. Der barê van qadan de her tim gotina me ya em bêjin heye. Ev qad nîşan didin ku em dixwazin çawa bijîn. Em li vir behsa seknekê dikin. Ji 220’î zêdetir pêkhate tevlî konferansê bûn. Nirxandin hatin kirin. Der barê xebatan de nêrîn derketin pêş. Konferans ji bo me morelekî mezin bû.”
 
'Divê em xurt bisekinin'
 
Nesterenê bal kişand ser bernameya dema pêş û got hedefa wan a herî mezin hêzê bidin têkoşînê û wiha daxuyand: “Bernameyek li pêş me ye. Bername hêzê dide têkoşînê. Yanî ne mijareke ‘em bi lez û bez çareser bikin’ ye. Hemû kesên têkoşîna maf didin dixwazin xurt bibin û dengê xwe bidin bihîstin. Ger em di navenda vê de cih bigirin em ê xurt bibin. Divê em li cihên dimînin xurt bisekinin û xwe îfade bikin.”
 
‘Tu hêz nikare li pêş gel bisekine’
 
Nesterenê bal kişand ser dema pêş û got wê dema pêş de komxebatekê pêk bînin û nexşerêyekê xêz bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em hêza xwe xurt bikin. Komxebat hedefa me ya pêş e. Weke din jî konferans hedef in. Konferans girîng in. Li Tirkiyeyê mekanîzmayek edaletê tune ye. Ji ber vê jî divê bi hevkariyê jiyanek azad û wekhev ava bikin. Dixwazin serê daxwazê bê girtin. Lê  tu hêz nikare pêşî li gel bigire.”
 
‘Jin jiyanek bê şîdet dixwazin’
 
Nesterenê anî ziman ku ew jiyanek azad û wekhev dixwazin û her wiha jin jî jiyanek bê şîdet dixwazin. Nesterenê wiha dawî li axaftina xwe: anî:“Divê her kes li dijî şîdeta mêr a li hember jinan bibi hêzek hevkar. Betaliya jinan gelek zêde ye. Divê em li dijî vê dengê xwe bilind bikin. Li welat li dijî pirsgirêkan bertek heye û ev bertek roj bi roj mezin dibe. Ez bawer dikim ku em ê mafên xwe bi têkoşînên demokratîk şûnde bigirin.”