Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci: Tecrîd îşkence ye

  • 09:05 7 Tîrmeh 2021
  • Rojane
ENQERE - Grevên Birçîbûnê yên li girtîgehan li dijî tecrîd û binpêkirina mafan hat destpêkirin didome. Prof. Dr. Şebneom Korur Fîncanci der barê pirsgirêkên girtiyan de axivî û da zanîn ku tecrîd ji ber encamên tenduristiyê, îşkence ye.
 
Bi pandemiyê re pirsgirêkên heyî yên li girtîgehan derkest asta herî jor, hevdîtinên girtî û vekirî hatin qedexekirin û piştî demekê hevdîtinên girtî hatin destpêkirin. Lê di pêvajoya pandemiyê de tedbîrên pêwist ji bo girtiyan nehat girtin. Ligel vê pakêta înfazê ya bi hinceta pandemiyê hat derxistin jî, girtiyên siyasî jê fêde negirt û girtiyên edlî hatibûn berdan.
Girtiyên PKK û PJAK’ê li dijî zextan û tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger û di roja 223’an de ye. Bêguman çalakiyê bixwe re gelek pirgirêkên tenduristiyê jî anî.
Seroka Konseya Navenda Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci balkişand ser pisgirêkên li girtîgehan.
 
‘Girtîgeh birîna vî welatî ye’
 
Şebnemê balkişand ser pêngavên normalbûnê û got li Tirkiyeyê tu tişt normal nebûye û bi taybet li girtîgehan rewşa herî giran tê jiyîn. Şebnemê ev tişt anî ziman: “Me bi taybet di pêvajoya aşiyan de got girtîgeh di koma rîskê de ne û vîrus bi lez belav dibe. Demên dawî de bi grevê re ev zêde bû.  Dem bi dem der barê covîdê de ji girtîgehan agahî tên. Divê li girtîgehan pêngavên mayînde bên avêtin. Mixabin girtîgeh birîna vî welatî ye.”
 
‘Desthilatdarî mudaxaleyê rewa dike’
 
Şebnemê destnîşan kir ku ji roja AKP bûye desthilatdar pirsgirêkên girtîgehan jî zêde bûne û wiha dirêjî dayê: “Beriya wan em rêxistinên pîşeyî yê tenduristiyê di her greva birçîbûnê de em tevlî muzakereyan dibûn û me daxwazên girtiyan ji rayagiştî û hikûmetê re radigihand û me der barê pirsgirêkên girtiyan de ragihandin dikir. Lê AKP bi tu awayî nahêle em têkiliyê deynin. Her wiha mudaxaleyê jî rewa dike.  Divê mekanîzmayên ku girtî bikaribin li mafên xwe bigeribin hebe lê tune ye.”
 
‘Li pey hev mirov tên kuştin’
 
Şebnemê balkişand ser ‘Plana Çalakiya Mafê Mirovan’ û ev plan wek ‘Plana Çalakiya Binpêkirina Mafan’ bi nav kir û ev tişt bi lêv kir: “Li pey hev mirovan dikujin û ji îşkenceyê derbas dikin. Belê der barê girtîgehan de pirsgirêkên me hene. Ne tenê ji nameyan, em ji xizmên wan û parêzerên wan agahiyan digirin. Em rêxistineke tenduristiyê ne lê derfetê me yê ku em agahiyên der barê tenduristiyê de binirxînin tune.”
 
'Derfetê me tune ku em her agahiyê ji girtîgehan bigirin'
 
Şebnemê her wiha pirsgirêka aşiyê ya li girtîgehan jî anî ziman: “Me agahî girt ku li hinek girtîgehan aşî kirine. Lê li hemû girtîgehan nehatiye kirin. Nihat ê gotin ji bo welatiyên di ser temenê 18’yî de aşî tê kirin. Ji ber vê jî divê li girtîgehan bi lez aşî bên kirin lê mixabin derfetê me tune ku em her agahiyê ji girtîgehan bigirin.”
 
‘Raporê tune dihesibînin’
 
Şebnemê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Parêzerên diçin girtîgehan serî li me didin. Em jî raporên der barê rewşa tibî ya girtiyan de dikin. Lê ne daraz ne jî saziya tipa edlî van raporan li ber çavan digirin.Wek hûn dizanin sererastkirinek qanûnî hatibû kirin. Di bin rayeya dozger de. Lê dibêjin ‘ji bo civakê bi xeter e’ û rapora tenduristiyê tune dihesibînin û girtina wan didomînin. Mînak kesekî 80 salî bi rewşeke nebaş dibin nexweşxaneyê û tînin. Lê hîna jî tê girtin.”
 
'Divê grevên birçîbûnê bigirin rojeva xwe'
 
Şebnemê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser grevên birçîbûnê jî û wiha dawî lê anî: “Girtî di mijara rîskê de divê xwe biparêzin û mekanîzmayên xwe pêk bînin. Bêguman divê şert û merc ji bo vê bên avakirin. Girtîgeh pir qerebalix in. Navber tune. Ev gelek girîng e. Divê desthilatdarî demildest grevan li ber çavan bigire. Me ji destpêkê de gotiye, tecrîd di heman demê de îşkence ye. Ji ber vê divê desthilatdarî hinceta ketina grevên birçîbûnê demildest bigire rojeva xwe û binirxîne.”