Ji HDP’ê banga mîtîngê: Destpêka hatina gel hev e

  • 09:04 7 Tîrmeh 2021
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Piştî êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz wê li Îzmîrê mîtînga ‘Ji bo demokrasiyê bîhnek’ bê lidarxistin. HDP’iyan banga tevlîbûna mîtîngê kirin û diyar kirin ku ew dixwazin  êrîşên faşîst bi dawî bin û destpêka muxalefeteke demokratîk ji bo wan girîng e.
 
Eniya Demokrasî û Kedê ya Îzmîrê,  piştî êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz wê li Qada Gundogdu a Îzmîrê di 8’ê Tîrmehê de mîtînga bi dirûşma ‘ji bo demokrasiyê bîhnek’ li dar bixe. HDP’î ji bo mîtîngê tevlî xebatê bûn û diyar kirin ku êrîş li hember hemû Kurdan û di şexsê HDP’ê de li hemû bindestan hatiye kirin û gotin ku mîtîng destpêka hatina gel hev a hêzên demokrasiyê ye.
 
‘Mîtîng destpêka hatina gel hev a hemû aliyan e’
 
Rêvebera HDP’a Îzmîrê Ayşe Ozdamar gotinên kujerê faşîst Onur Gencer yên piştî êrîşê ‘dilê min hênik bû’ bibîr xist û wiha got: “Ev nokteya dawî ya êrîşên desthilatdarî û hêzên faşîzan ya li hember HDP, hêzên demokrasî, Gelê Kurd û gelên bindest e. Em dixwazin ku ev êrîşa dawî be û ev mîtîng bibe destpêka yekbûna muxalefeta demokratîk.  Kujer nikarin wisa bi rehetî biçin kesan bikujin. Nikarin li vî welatî malê mirovan bidizin. Nikarin derkevin televîzyonan û derewên xwe vebêjin. Desthilatdarî êdî nikare li vî welatî daristanan bişewitîne û tevî îradeya gelê Stenbolê bêje ‘ez vê kanalê çêdikim’. Yekane çareseriya vê heye. Divê em bên gel hev û seknek xurt nîşan bidin. Divê hemû aliyên demorkasiyê dixwazin bên gel hev.”
 
‘Êrîş tirsa wan nîşan dide’
 
Hediye Korkut jî balkişand ser girîngiya tevlîbûna mîtîngê û ev tişt daxuyand: “Denîz li partiya me hat qetilkirin. Di şexsê Denîzê de xwestin me hemûyan qetil bikin. Ev tirsa wan nîşan dide. Ji ber ditirsin êrîş dikin. Partiya me roj bi roj mezintir dibe. Nikarin partiya me bigirin. Ger ku bigirin jî em ê hîn bêtir xurt bibin. Ez banga xwedîderketina li mîtîngê dikim. Bila her kes tevlî mîtîngê bibe.”
 
Endama Kordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê Berfîn Benzar jî bertek nîşanê  êrîşan da û daxuyakirin ku divê HDP’ê ji nû ve yekitîyê nîşan bide û wiha  dawî lê anî: “Dayika Denîzê got ‘Denîzek çû wê bi hezaran Denîz bên’.  Di esasê de ne Denîz tenê, xwestin Gelê Kurd li wir qetil bikin. Em ê di 8’ê Tîrmehê de nîşan bidin ku faşîzm çawa tê hilweşandin. Hemû kesên alîgirê demorkasiyê divê  tevlî mîtîngê bibin.”
 
Hevseroka HDP’a Konakê Hayat Îzgî jî bi lêv kir ku mîtîng serhildane û got gel êdî nikare bîhna xwe bigire û ev tişt bi lêv kir: “Gelek zext hene mirov êdî nikarin biaxivin. Em her roj bi zem û kuştinên jinan şiyar dikin. Em ê bi hêzên demorasiyê re ji bo vê rewşê bêjin na û em ê li qada Gundogdu bin.”