Li Silopiyê li dijî êrişa zayendî semînerek hat lidarxistin

  • 08:37 7 Tîrmeh 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Di bin banê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya HDP'a Silopiyê de, bi mijara êrişa zayendî ya li hemberî zarokan û li dijî êrişan divê mirov çi bike semînerek li Parka Ahmet Kaya hat lidarxistin. 
 
Di bin banê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Silopiya Şirnexê, li dijî êrişa zayendî ya li hemberî zarokan bi ser navê “Îhmalkirina zarokan û pêşîlêgirtin êrişa zayendî" semînerek hat lidarxistin. Semîner li Parka Ahmet Kaya hat lidarxistin Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan Findik, Seroka Midûriyeta Polîtîqayên Jinan Nergîz Ant, derûnînas Besna Tokak, rêvebiriya HDP’ê ya navçeya Silopiyê û gelek jin tevlî bûn.
 
Nergîz Ant, di semînera ku hatî lidarxistin de bal kişand van mijaran; "Zarokên ku bi êrişa zayendî ve rûbirû dimînin mirov çawa ferq dike, îhmalkirina zarokan û îstîsmar, êrişa fîzîkî, êrişa derûnî, dema zarok bi êrişê re rûbirû dimînin çima nikarin vebêjin, ji bo malbat zarokên xwe ji êrişa zayendî biparêzin divê çi bikin û hwd.” 
 
Derûnînas Besna Tokak jî bal kişand zarokên ku bi êrişa zayendî re rûbirû dimînin derûniya wan çiye li ser vê mijarê axivî
 
Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.