Li Hevseroka HDP'ê Fîlîz Işık 6 sal û 10 meh ceza hat birîn
- 16:47 6 Tîrmeh 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Li Hevseroka dema berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Işik 6 sal 10 meh û 15 roj ceza hat birîn.
Danişîna biryarê ya hevseroka dema berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Işik hat dîtin. Fîlîza bi hinceta îfadeya şahidên veşartî bi sûcê “Endamtiya Rêxistinê” dihat girtin îro di 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê de bi riya SEGBIS' ê beşdarî danişîna biryarê bû. Di danişînê de parêzerê Fîlîzê amade bû.
Piştî Fîlîz Işik û parêzerê wê parastin kirin şandeya dadgehê biryar da. Ji bo Fîlîz Işik 6 sal, 10 meh û 15 roj ceza hat dayîn.