Rêxistina Sara ji bo du zarokên hatin kuştin daxuyanî da

  • 15:09 6 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Têkoşînê ya li dijî Tundiya li ser Jinê ya Sarayê bertek nîşanî qetilkirina du zarokan di dawiya hefteyekê de ya li Hesekê da û xwest sûcdar demildest bên darizandin. 
 
Bertekên bi hêrs ên li dijî kuştina her du zarokan “Eyde El-Seîdo û Aya El-Xilêf” ya li bajarê Hesekê ya bi destên malbatên wan a di bin navê 'şerefê' de, dewam dikin. Rêxistinên jinan û yên hiqûqî banga darizandin û cezakirina kujeran dikin.
 
Îro Rêxistina Têkoşînê ya li dijî Tundiya li ser Jinê ya Sarayê daxuyaniyek da û kuştina zaroka bi navê Aya El-Xilêf a li bajarê Hesekê şermezar kir.
 
Koordînatora xebatên Rêxistina Sara, Menal Hisên daxuyanî li pêş navenda rêxistinê ya li taxa Kornîş a Qamişloyê xwend.
 
Rêxistinê di daxuyaniyê de got: “Hîna hefteyek li ser bûyera bi êş a kuştina Eyde re derbas nebûye, îro em bi êşeke din a kuştina Aya El-Xilêf re rû bi rû ne.”
 
Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku ev sûcekî nû ye li rêzesûcên kuştina jinan zêde dibe, ku heta niha li tevahî welatên cîhanê dewam dikin û hate destnîşankirin ku ev sûcekî li dijî mirovahiyê û zarokatiyê ye.
 
Rêxistina Sara di daxuyaniyê de diyar kir ku ev kiryarên hov encama urf û adetên kevin û zihniyeta baviksalar e û bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên navneteweyî, herêmî û tevgerên jinan kir ku sûcdaran ceza bikin.