Perwerdeya Projeya Tora Nûçeyan a Jinê destpê dike
- 12:00 6 Tîrmeh 2021
- Rojane
AMED - Ji hêla Komeleya Piştevaniya Rewşa Jinan ve Projeya Tora Nûçeyan a Jinê tê destpêkirin. Serlêdana tevlîbûna xebatên projeyê dê heta 15'ê tîrmehê bidome.
Komeleya Piştevaniya Rewşa Jinan, ji bo nûçeyên temsîliyeta jinan û ragihandineke alternatîf, Projeya Tora Nûçeyan a Jinê amade kir. Proje dê li Amed, Êlih, Riha û Mêrdinê pêk bê. 20 kes dê tevlî xebatên perwerdê yên projeyê bibin, perwerdê dê 6 mehan bidome û bi tevahî dê 7 ders bên dayîn.
Bi projeyê tê armanckirin ku di qada medyayê û ragihandinê de zimanê ku li hemberî jin û LGBTÎ+yan tê bikaranîn biguherînin. Ji bo guherîna zimanê serdest a mêr û veguherîna cinsiyeta civakî ev xebat hat tê meşandin.
Xebatên perwerdê dê li ser Zoomê pêk bê. Perwerde dê heftê 2 rojan bê dayîn û dê 6 hefteyan bidome. Piştî perwerdê dê dê 2 heftê carekî jî nûçe bên çêkirin. Perwerde dê 1'ê tebaxê dest pê bike.
Forma serlêdanê: https://form.jotform.com/211802611907045