Çalakvanên Mexmûrê: Pêwîst e gelê kurd bi destên hev bigire

  • 11:17 6 Tîrmeh 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, di roja 201’ê de didome.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 101’ê di roja 201’ê de berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê hatiye destpêkirin, her roj ji aliyê gel ve bi awayekî girseyî tê ziyaretkirin. Her wiha gel bi stranên xwe moral didin çalakvanan. 
 
'Dagirkerî û zilm tu carî bi ser neketiye'
 
Li ser navê Semta Şehîd Çîçek ku hat ziyareta çalakvanan Hisên Kara axivî û got:"Em li ser navê Semta Şehîd Çîçek berxwedana Mexmûr, berxwedana zindanan û her aliyê ku berxwedan tê meşandin silav dikin û ji hemûyan re serkeftinê dixwazim. Em êrîşên dewleta tirk ên faşîzane yên li ser kurd û Kurdistanê şermezar dikin û em dibêjin ev êrîşan wê bê encam bimînin, ew nikarin di xaka me de ser bikevin bila baş bizanibin. Dagirkerî û zilim tu caran ser neketiye, her tim hilweşiyaye. Civaka kurd li heq û mafê xwe digere, li jiyana azad digere ji ber wê yekê serkeftin a gel e ya civakan e û ya gelê kurd e. Li pêşiya me berxwedanek mezin dimeşe ji ber vê yekê em bawer in em ê rojên azad û mafdar bibînin. Ji ber vê yekê em dibêjin bimre dagirkerî, bimre xiyanet, bijî berxwedan, bijî Rêber Apo û serkeftin a gelê kurd e."
 
'Em bawer dikin bi yekîtiya gelê kurd em ê bi ser bikevin'
 
Li ser navê çalakvanên girêva birçîbunê jî Şêxmus Ergen xêrhatina gel kir û  wiha got:"Em jî di wê hêvî û baweriyê de ne ku wê gelê kurd bi ser bikeve. Pêwîst e gelê Kurdistanê bi destên hev bigire û bi leyistokên dijmin nexape û xiyanetê ji xwe re nepejirîne. Em bawer dikin ku bi yekîtiya gelê kurd em ê serkeftinê bi dest bixin bigihêjin azadiya xwe."