ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

  • 09:00 6 Tîrmeh 2021
  • Rojev
* Nivîskar û helbestkar Nêrgiz Îsmaîl da zanîn helbest, çîrok û roman dema bi zimanê kurdî bên nivîsandin bandoreke erênî li ser pêşketina wêjeya kurdî dikin û wiha got:"Helbest, çîrok û romanên kurdî stûna wêjeyê ne. Hevdu xwedî dikin û dema ji aliyê jinê ve bên nivîsandin dê bandoreke mezintir di heman demê de li ser pêşketina çand, ziman û civakê bikin." BI DÎMEN
 
*Makbûle Ugrak a 78 salî û 50 sal in li Êlihê esnaftiyê dike. Makbûleya ku bi karê dirûnê dest bi kar kir niha jî bi hewldan û xebatên xwe tê nasîn. Makbûle wiha dibêje: "Min tu carî negot bes e û hertim min hewil da ku ez li ser piyê xwe bisekinîm." BI DÎMEN 
 
*Welatiyên ku ji bazarê nikarin tiştên ku dixwazin bigirin an jî yeko yeko digirin, polîtîkayên aboriyê rexne kirin û gotin bê edaletiyek di belavkirina hatinê de heye. Welatiyan da zanîn ku çareserî ew e ku divê desthilatarî biguhere û banga hilbijartina pêşwext kirin. DÎMEN HEYE