Weqfa Jina Azad kuştina zaroka li Hesekê şermezar kir

  • 14:37 4 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê kuştina zaroka 13 salî ya bi navê Îda El-Seîdo ku li Hesekê ji aliyê malbata xwe ve hatibû qetilkirin bi daxuyaniyekê şermezar kir.
 
Di 30'ê Hezîranê de zaroka bi navê Îda El- Seîdo ya 13 salî ji aliyê malbata xwe ve bi awayekî hovane li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kuştin. Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Kengî kuştina jinan dê were sekinandin" bi beşdarbûna hemû saziyên jinan daxuyaniyek da. 
 
'Ev sûc her roj tê dubarekirin'
 
Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê Hesîna Mihemed ve hat xwendin wiha ye: "Piştî hezaran salan ji temenê demokratîkbûnê û mafên mirovan a ku mafên me tevan e, destûrên neteweyî hatine derxistin. Lê herî dawî li Hesekê zaroka 13 salî hat kuştin ku em hemû matmayî mane. Zaroka ku hatiye qetilkirin lêdan, heqeret, rûreşî û destdirêjî lê hatiye kirin û bûye qurbana zewaca temenê biçûk. Ev bûyer ne cara yekemîn e ku rû dide. Yek ji sûcên ku her roj tê dubarekirin e. Em weke Weqfa Jina Azad li Sûriyeyê vî sûcî şermezar dikin û bang li sazî û dezgehên eleqedar dikin ku sûcdar bi awayekî giran werin cezakirin. Em dibêjin na ji bêdengiya raya giştî li ser hemû sûc û tundiya li ser jinê re." 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan e, jiyanê nekuje" bi dawî bû.