Jinên ku di 1’ê tîrmehê de daketin qadan: Têkoşîn neqediya mezin dibe

  • 09:03 4 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Jinên di 1’ê tîrmehê de li Kolana Îstîklalê hatin gel hev, diyar kirin ku ew rakirina peymanê a ji meriyetê nas nakin û gotin wê têkoşîna wan bidome.
 
Bi banga Koma Kampanya Peymana Stenbolê Pêk Bîne, li dijî rakirina Peymana Stenbolê ya ji meriyetê di 1’ê tîrmehê de jin li Taksîm Tunelê hatin gel hev û bi fermî rakirina peymanê protesto kirin. Berxwedana ku jinan li qadê nîşan da, derbasî dîrokî bû û carek din peyam ji bo desthilatdariyê hat dayîn: “Me hîna negotiye qedya..”
 
 Aynur Ergul, Hanim Candan, Gokçe Yilmza û Sedef Ozer li qada çalakiyê ji mîkrofonên me re axivîn û diyarkirin ku gumanbar bi rehetî li derve digerin û gotin ew biryarê nas nakin heta dawî wê têkoşîna xwe bidomînin.
 
‘Îstîsmar rewa kirin’
 
Aynur Ergul da zanîn ku wê têkoşînê bidomînin û bi lêv kir ku jin her roj li kargeriyan, malê, kolanan tên qetilkirin, zarok rastî îstîsmarê tên û wiha dirêjî dayê: “Di qanûna îstîsmara zarokan de gotin ‘divê îspat bike’ û bi vê îstîsmar rewa kirin. Kujer, tecawizkar bi rehetî digirin li vî welatî. Ev qanûnek çawaye. Yên ev qanûn derxistine jî dayikekê aniye dinê. Gelo wê sibê disbê bi serê zarokên wan de neyê gelo? Ev qanûna dij mirovahî çawa dibe gelo?”
 
‘Em ê heta dawî têbikoşin’
 
Aynurê di berdewamiyê de daxuyakirin ku jin ji bo xwe biparêzin parastina cewherî bikar tînin û ceza digirin û ev tişt anî ziman: “Mêrên ku zarokan tacîz dikin, îstîsmar dikin piştî îfadeyê tên berdan. Kuştinên jinan, îstîsmar û rakirina peymanê rewşeke dij mirovahiye. Ji bo vê em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘Wekê din rê tune’
 
Hanim Candan jî destnîşan kir ku wê her tim li kolanan bin û ev tiş daxuyand: “Peymana Stenbolê wê pêk wekê din rê tune. Di rojên borî de ji ber jinekê şort li xwe kir rastî tacîzê hat. Jinên şort li xwe kiribûn hatin tacîzkirin. Em dixwazin bi şev tenê bigerin û azadin. Bila êdî jin neyên qetilkirin.”
 
‘Wê rojên serketî bên’
 
Gokçe Yilmaz jî bertek nîşanê rakirina peymanê da û ev tişt anî ziman: “Piştî rakirina peymanê wê pêvajo bi berxwedanê bidome. Peyman bi têkoşîna jinan hat qezenckirin û em naxwazin şûnde gavê bavêjin. Ji vir şûnde têkoşîn ji bo me esas û gelek girîng e. Hêviyên me hîna tezene. Divê em tenê neyên gel hev, divê pêngavên giştî bên avêtin û hêviya me heye ku wê rojên serketî wê bên.”
 
‘Em dixwazin azad bijîn’
 
Gokçeyê destnîşan kir ku têkoşîna ku jin û LGBTÎ didin têkoşîna jiyanê ye û wiha dawî lê anî: “Mudaxaleyek li hember jiyanên me hene. Daxwazên me pir zelal in. Em dixwazin azad bijîn. Em dixwazin mafên xwe bikar bînin.”
 
‘Têkoşîn berdewam e’
 
Sedef Ozer jî bertekên xwe anî ziman û bi lêv kir ku piştî betalkirina peymanê şîdet, tacîz û tecawiza li hember jinan zêde bûye û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Peyman hat betalkirin. Jin, LGBTÎ û zarok li vir in. Em rastî her cureyê şîdetê tên. Ji bo feshkirina peymana Stenbolê hatin gel hev. Ev salek û nîv e jin li kolanane, têdikoşin. Têkoşîna me wê bidome.”