'Li Efrînê qirkirina çandî û sûcên şer tên meşandin'

  • 09:02 4 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Endama Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, Nahîle Mehmûd kiryar û bin pêkirinên ku li Efrînê di derheqê hemwelatiyên sivîl de pêk tê eşkere kir û ev tişt got: "Li Efrînê dewleta tirk qirkirina çandî û sûcên şer dide meşandin."
 
Piştî dewleta tirk û komên girêdayî wê kantona Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de kirin bin kontrola xwe di wir de dest bi kiryar û binpêkirinên mafê mirovan hatin kirin. Mafên hemwelatiyên ku li wir dijîn dihatin binpêkirin. Gelek kes hatin revandin, îşkencekirin, tecawiz li wan dihat kirin. Li Efrînê niha jî siyaseta qirkirinê didome. Derbarê kiryar û binpêkirinên ku li Efrînê tên jiyîn, Endama Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Nahîle Mehmûd ji ajansa me re axivî.
 
'Kiryarên dijmirovî didin meşandin'
 
Nahîleyê kiryarên ku li Efrînê tên jiyîn wiha parve kir:"Bi dagirkirina Kantona Efrînê ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve gelek kiryar û binpêkirin di derheqê gelê Efrînê de tên meşandin. Her wiha tevahî şêwazên kiryaran ji êşkencekirin, revandin, kuştin û talankirin li Efrînê pêk tên. Ev kiryar û binpêkirinên mafên mirovan li pêşiya çavên tevahî cîhanê pêk tê, lê heta niha tu sazî ango dezgeh helwestên xwe li dijî êrîşên  dewleta tirk raber nekirine. Çeteyên dewleta tirk dest avêtin ser milkên gel û ew talan kir. Di heman demê de dest dirêjî jin û mafê wê jî hat kirin. Jinên ku li Efrînê dijîn rojane îşkence li wan tê kirin. Çeteyên dewleta tirk a dagirker di Efrînê de bi meşandina zextê li ser malbatên Efrînî bi keçên wan re dizewicin. Welatiyên Efrînê di nav metirsînekê de dijîn."
 
'Li Efrînê qirkirina çandî'
 
Di nav gotinên xwe de Nahîleyê destnîşanî guhertina demografîk ku li Efrînê diqewime kir û wiha domand: "Di Efrînê de çeteyên dewleta tirk li kêleka kiryarên ku li ser milet didin meşandin jî dest dirêjî çand û nasnameya Efrînê dike. Armanca dewleta tirk a diziya şûnwarên Efrîniyan, wêrankirina çanda Efrîniyan e. Her wiha ferzkirina xwendina bi zimanê tirkî ew e ku tê xwestin Impratoriya Osmanî û serweriya vê împaratoriyê li herêmê çê bibe. Erdogan daxwaz dike ku hemwelatiyên resen ên  ku li Efrînê maye û girêdayî xaka xwe ye bi darê zorê koçber bike ji bo ku kurd li Efrînê nemîne û nasnameya wan bên pişaftin. Li Efrînê qirkirina çandî tê meşandin. Kiryarên dagirkeriyê li ser xwezaya Efrînê jî tê meşandin. Ji qutkirina daran, şewitandina zeviyên sivîl û çiyayên herêmê bigire gelek tişt tên talankirin. Bi hezaran darên zeytûnê hatine qutkirin û êzingên wan hatine firotin. Malbatên çeteyan ên ku li Efrînê bi cih bûne bi darê zorê erdên sivîlan ji wan distînin ji bo tunekirina rola kurdan a di wir de."
 
'Yên herî zêde zirarê dibînin jin in'
 
Nahîleyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew wek Rêxistina Mafê Mirovan hewil didin kiryarên li Efrînê ji raya giştî ya cîhanî re raghînin û binpêkirinên li Efrînê eşkere bikin û wiha dawî li gotina xwe anî:"Em wek Rêxistina Mafê Mirovan tevahî kiryar û binpêkirinên ku li Efrînê tên kirin hewil didin bi belge bikin û ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin da ku em mafê sivîlan biparêzin û rastiya dagirkeriyê derxînin holê. Di warê qanûnî ya cîhanê de kiryarên ku tên kirin li Efrînê wek sûcên şer û qirkirinê tên hesibandin. Hewildanên me her tim ji bo parastina mafê gelê bindest e û bi taybet mafê jinê ye. Ji ber ya herî zêde zirarê ji kiryarên dagirkeriyê dibîne jin e. Jin tên kuştin, îşkencekirin û revandin. Banga me ji rêxistin û dewletên navneteweyî re heye ku kiryarên li Efrînê tên kirin ji ber çavan derbas bikin û li ser wan kiryaran bisekinin."