Li gorî peşnîyazqanûnê dê zarok ji dayikê bê stendin

  • 15:35 3 Tîrmeh 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşniyazqanûn a ku dema hevjînên hevdû ji hev veqetin û dê zarokan bidin bav û bapîran pêşkeşî Parlamentoya Iraqê hat kirin. Endama Destaya Yasayî ya Parlamentoyê Behar Mehmûd bertek nîşan da û diyar kir ku ji bo pêşniyazqanûn neyê qebûlkirin dê têbikoşe. 
 
Li gorî pêşniyazqanûna ku pêşkêşî Parlamentoya Iraqê hatiye kirin, dema hevjînên hevdû ji hev veqetin û zarokên wan jî hebin, wê zarok ji dayikê werin stendin û bidin bav û bapîran. Endama Desteya Yasayî ya Parlamentoya Iraqê Behar Mehmûd derbarê mijarê de ji ajansa Rojnewsê re axivî bertekên xwe li hemberî qanûnê anî ziman. 
 
Behar bibîr xist ku li gorî "Yasaya Rewşa Şaristaniyê" ku niha di meriyetê de ye, zarok heta 15 saliya xwe li cem dayikê dimîne û dayik xwedî mafê xwedêkirina zarokan e û got: "Piştî 15 saliyê zarok bixwe hildibijêre ka li cem kîjan alî bimîne. Li gorî heman yasayê, eger zarok dema li cem dayîka xwe, pirsgirêkek bijî, wê demê ji dayikê tê girtin û radestî bav tê kirin."
 
Behar, destnîşan kir ku li gorî projeyasayê, zarok heta 7 saliya xwe li cem dayikê dimîne û piştî wê bêyî ku ji zarok were pirskirin, divê ji bo aliyê bav were veguhestin û wiha axivî: "Dîsa li gorî pêşniyazqanûnê, eger berî ku zarok bigihîje 7 saliya xwe, dayika wî/ê bizewice an jî were piştrastkirin ku mayîna li cem dayikê dê zirarê bide zarok, mafê xwedêkirina zarok ji dayikê tê girtin û ji bo bav tê dayîn. Eger bav jî tune be ji bo bapîr tê dayîn û bi vî awayî bapîr danîne pêşiya dayikê."
 
Behar got ku ev pêşniyazqanûn bi armanca ku mafê xwedîkirina zarokan ji dayikê xwe girtin, hatiye amadekirin û diyar kir ku ew ê bi her awayî hewl bide ev proje neyê qebûlkirin.