Li Mêrsînê panela 'Tecrîd sûcê mirovahiyê ye' hat lidarxistin

  • 14:23 3 Tîrmeh 2021
  • Rojane
MÊRSÎN - Li Mêrsînê bi mijara "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" panelek hat lidarxistin. Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Serbay Koklu diyar kir ku mînaka vê tecrîdê li tu deverê dinyayê nîne. Parlamentera HDP'ê Fatma Kurtulan jî da zanîn ku nahelîn ku dengê Abdullah Ocalan bighije civakê. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê li avahiya xwe panela bi mijara “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li dar xist. Endamê Meclîsa HDP’ê Erhan Basût moderatoriya panelê kir û Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Serbay Koklu ku di heman demê de parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e axivêr bûn. Gelek kes beşdarî panelê bûn. 
 
Di panelê de ewilî parêzer Serbay Koklu axivî û destnîşan kir ku ew ji 25’ê adara îsal ve agahî ji Abdullah Ocalan wernagirin û got: “Derbarê tenduristiya birêz Abdullah Ocalan de tu agahiyên me nîn in. Fikarên me zêde dibin. Ji tîrmeha 2011’an ve heta niha tenê hevalên me parêzer 5 caran di sala 2019’an de li gel miwekîlê me birêz Abdullah Ocalan hevdîtin kirin. Birêz Abdullah Ocalan 22 sal in li Îmraliyê li dijî tecrîdê li ber xwe dide. Di warê hiqûqî de tu ewlehiya Abdullah Ocalan nîne. Cezayên dîsîplînê li birêz Abdullah Ocalan birîne û nahêlin em miwekîlên xwe yên li Îmraliyê bibînin. Em nizanin ka ew name û daxwaznameyê em dişînin digihîjin an na. Haya me jê nîne. Mînaka vê tecrîdê li tu deverê dinyayê nîne. Pergala li Îmraliyê tê sepandin tenê ne ji bo kesekî ye. Di şexsê birêz Ocalan de tecrîd li li Gelê kurd tê sepandin. Ev mudaxileya li Îmraliyê li Gelê Kurd û Tirkiyê tê kirin. Ji ber vê yekê Pergala Îmraliyê pergala Tirkiyê ye. Ne mimkin e Tirkiyê bi vî awayî demokratîk bibe.”
 
Parlamenter Fatma Kûrtûlan jî destnîşan kir ku tecrîda niha tê birêvebirin berdewama Fermana İslahata Şerqê ye û got: “Daraz ewilî li Îmraliyê hat têkbirin. Sepanên li Girava Îmraliyê kêfî ne. Heta tecrîd ranebe demorkasî wê neyê Tirkiyê. Nahêlin ku dengê Abdullah Ocalan bigihîje civakê. Tecrîd israra polîtîkayên şer e. Dixwazin kurdan û gelan hemû bênefes bihêlin. Ji bilî rakirina tecrîdê tu şansê me nîne. Divê em hemû ji bo rakirina tecrîdê û daxwazên girtiyên azadiyê seferber bibin.” 
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.