Civîna HDK'ê: Rizgarî bi têkoşîna hevpar pêk tê

  • 13:42 3 Tîrmeh 2021
  • Rojane
STENBOL - Hevberdevkên HDK’ê di civîna Meclîsa Giştî de axivîn û destnîşan kirin ku bingeha operasyonên derveyî sînor, tecrîda li Îmraliyê, talana ked, polîtîkaya tunekirina jinan û ciwanan bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye û rizgariya tekane ya di destê gelan de têkoşîna hevpar e. 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), civîna Meclîsa Giştî ya Serdema 11'emîn li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Bagcilara Stenbolê li dar xist. Pankartên “Wê jiyana nû bi ser bikeve” û “Bi biryariya şehîdên şoreşê em ê bi ser bikevin” li ewyana civînê hatin daliqandin. Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û gelek kes beşdarî civînê bûn. 
 
Hevberdevk Esengul Demîr û Cengîz Çîçek di destpêka civînê de axivîn û bal kişandin ser gelek mijarên girîn û polîtîkayên înkarê. Hevberdevkan qurbaniyên komkujiyên li Madimakê û Çorûmê bibîr anîn. Hevberdevkan destnîşan kir ku bingeha operasyonên derveyî sînor, tecrîda li Îmraliyê, talana ked, polîtîkaya tunekirina jinan û ciwanan bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye û rizgariya tekane ya di destê gelan de têkoşîna hevpar e. 
 
Piştî axaftina hevberdevkan civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.