Di binpêkirina mafên rojnamegerên jin de Tirkiye di rêza yekem de ye

  • 13:09 3 Tîrmeh 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Jinan a Rojnamegeriyê rapora xwe ya meha hezîranê aşkera kir û li gorî raporê di binpêkirina mafên rojnamegerên jin de Tirkiye di rêza yekem de ye 
 
Komîsyona Jinan a Rojnamegeriyê/The Coalition For Women In Journalism (CFWIJ), rapora xwe ya meha hezîranê eşkere kir. Li gorî rapora, di meha hezîranê de li gelek herêmên cuda yên cîhanê mafên 77 rojnamegerên jin hatine binpêkirin. 
 
Li gorî rapora CFWIJ’ê jî di darizandina rojnamevanên jin de Tirkiye bi binpêkirinên mafan ên li 25 rojnamevanên jin bûye welatê xwedî rêjeya herî bilind a binpêkirinan. Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Arîana a Efganistanê Mîna Khaîr jî 3’yê hezîranê hatibû kuştin.
 
Şideta polîsan a li ser rojnamegerên jin ên li qadê kar dikin, li gorî meha gulanê ji sedî 83,3 zêdetir bûye, doza tacîzê ya li ser rojnamevanên jin jî, li gorî meha borî ji sedî 471,4 zêdetir bûye. Li Tirkiyeyê di meha hezîranê de li qadê polîsan êriş biriye ser 10 rojnamegerên jin. Li gorî raporê piştî Tirkiyeyê Pakistan û Filîpîn tê.