Li Mexmûrê koma 100'î greva birçibûnê dewr girt

  • 10:40 3 Tîrmeh 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 100’î dewir girt û çalakî 198 roj in didome. 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya ku 198 roj in berdewam dike û îro koma 100'emîn dewr girt. Beriya çalakî destpê bike deqeyek rêz hat girtin.
 
Li ser navê çalakvanan Yasemîn Îşlek axivî û got: “Bi navê dewreya 99’emîn di serî de vê çalakiyê li Serok Apo, berxwedêrên zindanan, şervanên azadiyê yên li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wî bi qehremanî şer dikin, tevahî Gelê Kurd yê welatparêz û li wargehê pîroz dikim. Dijmin bi hemû hêza xwe êrîşî li me û nirxên me dike, dixwaze destdane ser destkeftiyên Kurdistanê, li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê. Lê tucar nikarin li hember şervanên azadiyê yên ku bi fikra Rêber Apo xwe perwerde kirin bi ser bikeve. Weke ku hercar di dîroka me ya kurdan de hatî jiyan kirin dixwezin cardin kurdan bi kurdan bidin têk birin. 
 
Em bi navê dewreya 99’emîn Şehîd Helmet bi bîrtînin, bejna xwe li hemberê wî ditewînin. Banga me ji bo tevayî gelê başûrê Kurdistanê li ser xeta wî ya binirx û hêja bimeşin, xwedî lê derkevin. Ji ber ku armaca şehîd Helmet yekitî û azadiya Gelê Kurd bû. Em dibêjin bila kurd nebin amêrê dijin û desthilatdaranê xwe, bila bibin yek dil û yek mejî da ku carekdin keyfa dijminan bi me xweş nebe.” 
 
Merasîma dewir girtinê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana gerîlla" bi dawî bû.