'Gotinên ji bo Deniz Poyraz hatin kirin perçeyekî ji êrişê ye'

  • 09:15 3 Tîrmeh 2021
  • Rojane
ENQERE - Parêzer Semra Demir a hedefnîşandayina Deniz Poyraz a ji aliyê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli ji warê hiqûqî nirxand wiha got:"Gotinên ji bo Deniz Poyraz hatin kirin perçeyekî ji êrişê ye. Hedefnîşandayina Devlet Bahçelî ji aliyê hiqûqê ve sûc e. Bi vî rengî hewil dide bandorê li darazê bike loma divê doz li Devlet Bahçelî bê vekirin."
 
Bi êrişa li ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê xebatkara partiyê Deniz Poyraz hatibû qetilkirin. Piştî Deniz Poyraz hat qetilkirin şûnde Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli bi gotinên "terorîst" Deniz Poyraz wekî hedef nîşan dabû. Li dijî qetilkirina Denizê gelek aliyan bertekên xwe nîşan dan û çalakî hatin lidarxistin. Bikaranîna gotina "terorîst" a ji aliyê kesên alîgirê îktidarê nîşan da ku kî bûye sedema qetilkirina Deniz Poyraz. 
 
Endama Komeleya Hiqûqnasan a Nûjen (ÇHD), di heman demê Seroka Komeleya Lêkolînê û Çandê ya Anadoluyê (Aka-Der) Parêzer Semra Demir da zanîn ku gotina "terorîst" a li dijî Deniz Poyraz hat kirin sûc e û çawa li dijî hiqûqê ye rave kir. 
 
'Hiqûq heye tune ye ev dibe mijara nîqaşê'
 
Semrayê qetilkirina Denizê şermezar kir û wiha got:"Dema mijar dibe jin û HDP hiqûq heye tune ye ev dibe mijara nîqaşê. Li dijî qetilkirina Deniz Poyraz ji gelek aliyî bertek hatin nîşandan. Ji bo van bertekan bên binpaçkirin xwestin darazê wekî alavekê bi kar bînin û xwestin bandorê li darazê bikin. Jixwe me dît lêpirsîneke nealîgir nameşînin. Pir zû lêpirsîn derbas kirin û kesê Denizê qetil kir pir zû girtin. Ev gotinana ji bo bandorê li dozger û darazê bikin hatin kirin. Em dikarin bêjin di serî de binpêkirina darizandina adîl heye."
 
'Divê doz li Devlet Bahçeli bê vekirin'
 
Semrayê bal kişand ser zagonan û wiha got:"Zagoneke 'rêzgirtina ji bo kesên mirî' ya hiqûqî heye. Ev zagon miriyan diparêze. Heqareta li bîranîna kesên mirî di TCK'yê de wekî sûc cih digire. Loma li vir Devlet Bahçelî sûcekî dike. Bi taybet dema mijar jin be ev gotinana bêtir derdikevin pêş. Gotinên ji bo Deniz Poyraz hatin kirin perçeyekî ji êrişê ye. Hedefnîşandayina Devlet Bahçelî ji aliyê hiqûqê ve sûc e. Bi vî rengî hewil dide bandorê li darazê bike loma divê doz li Devlet Bahçelî bê vekirin. Êrişa li dijî Deniz Poyraz di heman demê de êrişa li dijî hemû gelan e. Loma divê di warê hiqûqî de çi pêwist bike em bikin."
 
'Beşdarî têkoşîna rêxistinkirî bibin'
 
Semrayê da zanîn Denizê hem bi nasnameya xwe ya jinê hem jî bi nasnameya xwe ya kurdbûnê hatiye kuştin û wiha bi dawî kir:"Zihniyeta Denizê qetil kir û zihniyeta Peymana Stenbolê rakir heman zihneyet in. Niha Tirkiye di nava tabloyeke gelekî xirab de ye. Bi ser vêya de jî rakirina Peymana Stenbolê bêtir nîşan dide ku ev tabloyeke çiqasî tirsnak e. Em wekî jin nikarin dev ji destkeftiyên xwe yên bi salan berdin. Lê belê jin dîsa jî bi hêza xwe ya rêxistinkirî dikarin pêşiyê li kuştinan bigirin. Ez bang li jinan dikim ku beşdarî têkoşîna rêxistinkirî bibin. Ger em bi hev re têbikoşin em ê bikaribin pêşî li qetilkirinê bigirin. Divê êrişên li ser me bêceza nemînin. Dîsa ya ku wê edaletê bîne jin e."