'Li dijî zilma li ser jinê ez li berxwe didim'

  • 09:02 3 Tîrmeh 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Ayşe Sozel a ku di 7 saliya wê de hem bav hem jî diya wê jiyana xwe ji dest da, di temenekî biçûk de hat zewicandin û bi zilma xizmên xwe rû bi rû ma behsa têkoşîna xwe ya li dijî zehmetiyan kir. Ayşeya li dijî tundiyê derket da zanîn a dihat kirin dijminatiya li ser jinê bû û wiha got:"Weke jin me her tim şer bi jiyanê re kir. Li dijî zilma li ser jinê ez li berxwe didim."
 
Di nava şerd û mercên zehmet de li dijî zihnetiya baviksalarî jinan her dem têkoşîneke mezin dane. Tevî vê têkoşînê jinê her xwe fêrî şerê jiyanê kiriye. Ayşe Sozel jî yek ji wan jinan e ku hîna di temenê 7 salî de dayik û bavê wê jiyana xwe ji dest didin û di 10 saliya xwe de jî bi zorê tê zewicandin. Ayşeyê jî wekî her jinê li dijî tundiyê û zilmê li berxwe da. Ayşeyê zehmetî û têkoşîna xwe ya di jiyanê de ji ajansa me re rave kir. 
 
Bi zorê tê zewicandin
 
Ayşe Sozel bi eslê xwe ji Gundê Barmana Stewrê ya Mêrdînê ye. Ew weke zaroka mezin di sala 1961’ê de ji dayik dibe. Piştî Ayşe 2 xwişkên wê yên din jî tên cîhanê. Lewra hîna Ayşeyê 7 salî ye dê û bavê wê ji ber nexweşiyê di heman salê de jiyana xwe ji dest didin. Piştî ku dibe 10 salî jî bi zorê bi pismamê xwe re tê zewicandin. Li Rojhilata Navîn her tim jiyan ji jinan û zarokên keç re zehmet bûye. Ji bo Ayşeyê jî jiyan gelekî zehmet derbas bûye. Ayşeyê ji me re behsa jiyana xwe ya zehmet û di heman demê de jî behsa têkoşîna xwe jiyanê dike. 
 
Ayşeya ku dema çîroka xwe vedibêje hêsir ji çavan tê xwarê bi van gotinan dest bi axaftinê dike:"Derdê min piro, min her roj wenda kirû û ez wendanebûmo. Ne avê derdê min revand ne jî kulan bedena min xirakir. Ez mam û mam ji derda reyo..."
 
'Ya li me dikirin dijminatiya li dijî jinê bû'
 
Ayşeya ku hem dinihurî hem diaxivî balê dikşîne ser zihniyeta her dixwaze jinê wekî kole bi kar bîne û wiha didomîne:"Mêr dixwaze jinê weke kole mezin bike, hîna di zarokatiyê de jî wê perwerdeyê dide te. Hûn ê di serpêhatiya min de bibin şahide vê yekê. Ji xwe ji dîrokê ve jî ev wisa pêş ketiye û niha jî jinê weke dijminê hevzayendê xwe mezin dikin. Ez hîna zarok bûm, nazdar û delaloka malê bûm. Piştî du xwişkên min çêbûn ez bûm xwişka mezin a malê. Hîna di wê demê de ew hestên te yên parastinê pêş dikevin. Ji ber ku dê jî te wisa perwerde dike. Lê belê temenê min jî hîn pir biçûk bû. Ez bûm 7 salî bavê min jiyana xwe ji dest da. Diya min ma ji me re. Mirin hîna di wê demê de ji me re bû tirs. Ji ber ku wê êşên mezin da me. Ji ber ku bavê me tune bû apên min bi ser diya min de dihatin û her tim bi hincetekê lê dixistin. Me bêxwedî didîtin û bi ser me de dihatin. Ev raste rast dijminatiya li dijî jinê bû. Bi vê êşê diya me jî piştî demeke kurt jiyana xwe ji dest da."
 
'Min 10 salî dan zewicandin'
 
Ayşeyê piştî mirina diya xwe jî jiyanek çawa dijî wiha rave dike:"Hîna birînen me nehatibûn dermankirin. Em li ser bavê xwe hîn diqêriyan 
birînek mezintir di dilê me de vebû. Gotineke mezinên me heye, dibêje ‘Bav pişt e lê dê her tişt e. ’ Me ne pişt ne jî her tişt ma. Apên min zeviyên me û erdên me li ser xwe tapo kirin. Me jî li ser paşnavê xalên me nivîsîn ku em nikaribin doza erdan bikin. Me jî weke koleyên xwe birin mal. Tê bîra min ez sibehê zû radibûm heta derengê şev ranediketim. Min li xwişkên xwe û zarokên apên xwe dinêrî. Min di wî temenê xwe de ji serî heta kincên xwe dişuşt. Ez diçûm paletiyê û karên li ser erd. Tiştek nema min nekir. Lê herî dawî jî ya mezin li min kirin. Min di 10 salî de bi zorê dan pismamê min. Tiştê ku min wan rojan jiyaye bi gotinan xilas nabe."
 
'Apê min li min dixist'
 
Ayşeyê da zanîn ku wê zilim didît û wiha pê de çû:"Ez ditirsiyam û min îşkence didît. Sekin ji min re tunebû. Ez nexweşbam, ez bimirama jî min xebat dikir. Rêgez û zagonên li vir li tu dewletan jî tune bû. Qet ji bîra min naçe cara yekem bû ez regil bûm. Êşê bi min girt û ez pir ne rehet ketim. Min ji jinapa xwe re got ez ê bi qasî çarêkekê rûnêm ez nikarim ji êşê xwe bilivînim. Ji ber ku min ev gotin kir tiştek nema negot û ba apê min kir. Apê min kir û got û bi ser de jî li min jî xist. Hûn vê bûyerê çawa bi nav bikin hûn dizanin êdî. Ez bi ser 15 -16 saliya xwe ketim û min zaroka xwe ya yekem anî cîhanê. Piştî wê zarokek min a din jî çêbû."
 
'Çavên wan ên bi girî ji bîra min naçe’
 
Ayşeyê bi xwişk û zarokên xwe re berdewam dike û wiha dibêje:"Ez sêwîtî û zehmetiya wan xwişkan kişandine ji bîr nakim. Her tim di bîra min de ye. Hîna rûyên wan ên biçûk ku haya wan ji tiştekî tune bû di bîra min de ye. Rexmê wê jî ji ber tundî û zilma li wan dihat kirin her tim çav li girî bûn. Piştî ku zarokên min çêbûn jî min digot ew ê jî jiyana min bijîn û ez aciz dibûm. Pismam, di gotinê de hevjîn li me dixist, xwesû û xezûr  li me dixistin. Min weke leşkerekî ji xwe re mezin dikirin. Ji me hez nedikirin. Herî zêde jî tundiya li ser zarokan, min dîn dikir."
 
'Êdî serhildana min dest pê kir'
 
Ayşeyê êdî zordestiyan qebûl nake û serî radike. Ayşeyê serîrakirina xwe wiha vedibêje:"Min herdu zarokên xwe û herdu xwişkên xwe bir û em ji malê reviyan. Min mirin da ber çavên xwe. Ji bo ew zarok zêdetir zilmê nejîn min biryarek di cih de da. Bila em birçîban û vekirîban. Ez wê nedifikirîm. Min digot herî kêm em ji zindanekê xilas bûn. Min got zarokatiya min nejiye bila zarokên min bijîn. Heta me xwe gihand Mêrdînê em ranewestiyan. Me li pişt xwe jî temaşe nekir. Hinek kesan ji ber rewşa me dizanibûn dema me di rê de dîtin dengê xwe nekirin. Ez gihiştim Mêrdînê û min xaniyek dît. Min ji xwe re karek jî dît û min dest bi jiyaneke nû kir."
 
'Li dijî zilma li ser jinê ez li berxwe didim'
 
Ayşeyê da zanîn ku hatiye xwestin ji aliyê xizmên xwe ve bê kuştin û wiha bi dawî kir:"Ewqas hêsan çênebû mixabin. Me bi salan xwe veşart. Lê dîsa rojekê yek şandibûn ku min bikujin. Keça min qeza derbas kir û astengdar jiyana xwe dide berdewamkirin. Xwişk û kurê min zewicîn. Em cardin bi zehmetiyan dijîn lê belê me tu carî dev ji berxwedana xwe berneda. Weke jin me her tim şer bi jiyanê re kir. Li dijî zilma li ser jinê ez li berxwe didim."