ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2021'Ê

  • 09:00 3 Tîrmeh 2021
  • Rojev
 
*Akademiya Ma Mûzîkê ji bo vekirina dibistana Zarok Ma yê dê di 10’ê tîrmehê de konserek li dar bixe. Mamosteya Ma Mûzîkê Evîndar banga tevlîbûna konserê kir û got: "Vekirina dibistanê xeyalek me bû û em xeyalên xwe pêk tînin. Ji bo derdor û zarokên vê welatê tiştekî pîroz e." BI DÎMEN 
 
*Ayşe Sozel a ku di 7 saliya wê de hem bav hem jî diya wê jiyana xwe ji dest da, di temenekî biçûk de hat zewicandin û bi zilma xizmên xwe rû bi rû ma behsa têkoşîna xwe ya li dijî zehmetiyan kir. Ayşeya li dijî tundiyê derket da zanîn a dihat kirin dijminatiya li ser jinê bû û wiha got:"Weke jin me her tim şer bi jiyanê re kir. Li dijî zilma li ser jinê ez li berxwe didim." BI DÎMEN 
 
*Jin li dijî zextên Tirkiyeyê ku bi destê PDK’ê li hember Herêma Federal a Kurdistanê tê meşandin, bertek nîşan dan û gotin: “Barzanî bi van êrîşan dawiya xwe tîne. Bila bi paşeroja xwe re bê rû hev û bifikire. Xwîna xwişk û bira tu tiştekî bi wan nade qezenckirin." BI DÎMEN 
 
* Parêzer Semra Demir a hedefnîşandayina Deniz Poyraz a ji aliyê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli ji warê hiqûqî nirxand wiha got:"Gotinên ji bo Deniz Poyraz hatin kirin perçeyekî ji êrişê ye. Hedefnîşandayina Devlet Bahçelî ji aliyê hiqûqê ve sûc e. Bi vî rengî hewil dide bandorê li darazê bike loma divê doz li Devlet Bahçelî bê vekirin." BI DÎMEN