Jin li dijî betalkirina Peymana Stenbolê derketin: Em biryarê qebûl nakin

  • 20:07 2 Tîrmeh 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - TJA, li dijî Peymana Stenbolê ku ji meriyetê hat rakirin daxuyanî da û anî ziman ku ew biryarê nas nakin û dê li qadan bin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî Peymana Stenbolê ku ji meriyetê hat rakirin li parqa Aştî ya navçeya Hezexa Şirnexê ligel hev kom bûn. Endam û rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeya, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî meşê bû. Jinên ku xwestin bimeşin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û polîsan gotin ger meş bibe dê mudaxele bikin. Jinan li dijî astengiyan bi dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Berxwedana Jinan", "Denîz Poyraz Nemir e" û "Peymana Stenbolê Jiyan e" berz kirin û stranên gotin ve dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
 
Piştî çalakiya rûniştinê, di daxuyaniyê de pankarta "Em Biryara ku hatiye girtin nas nakin, berxwedana xwe mezin dikin, Dev ji Peymana Stenbolê bernadin" hat vekirin. Daxuyanî ji hêla aktîvîsta TJA'yê Zozan Aksu ve hat xwendin.  
 
Zozan, betalkirina Peymana Stenbolê şermezar kir û got: "Dewlet bi betalkirina peymanê carek din zihniyeta xwe ya qirêj raxist ber çavan. Dewlet tirs û xofa ku li hember tekoşîna jinê dijî da nîşandan. Em betalkirina peymanê wek  encameke dawî digirin dest û her wiha betalkirina peymanê israra sîyaseta paşverû ye. Divê Peymana Stenbolê û tecrît ji hev cuda neyê girtin.  İsrara şer li ser gelê kurd li ser xweza û civaka Tirkiyê tê meşandin." 
 
'Berxwedana jinê hedef tê girtin' 
 
Zozan, destnîşan kir ku betalkirina Peymana Stenbolê bi tecrîdê re girêdayî ye û wiha pêl da axaftina xwe: "Tecrîda girankirî bandorê li ser hemû civakê dike û ji ber vê yekê divê demildest têcrît bê rakirin. Heta tecrit neyê şikandin wê li her qadê têkoşîn û berxwedanê bibe hedefa sîyaseta paşverû. Her wiha îro herî zêde yê li hember vê sîyaseta qirêj derdikeve tekoşîna jinê ye. Ji ber vê yekê berxwedana jinê hedef tê girtin."
 
'Em ê soza xwe bi cih bînin'
 
Zozan,  dazanîn ku betalkirina peymanê bê hiqûqî ye û dad a dij mirovahiyê careke din dide nîşandan û wiha domand: "Ji ber vê lazim e em qadên tekoşînê wek ku dewlet dixwaze ji hevdu cuda negirin dest. Em wek jin bi têkoşîna xwe bersivên xurt bidin nîşandan. Hêza me heye ji ber ku armanc û hedefa me heye. Betalkirina peymanê paşvekişandinê çê nake. Berovajê wê hêza berxwedana me bilind dibe. Em vê nêzîktîyê qebûl nakin em ê her li qadan bin da ku heya soza em soza xwe bi cih bînin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Berxwedana Jinan" bi dawî bû.