'Vekişandina ji Peymana Stenbolê tê wateya hevkariya şîdetê'

  • 15:34 2 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî betalkirina Peymana Stenbolê dan û gotin: "Vekişandina ji peymanê tê wateya hevkariya şîdetê." 
 
Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê li avahiya xwe li hemberî betalkirina Peymana Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Li ser navê komîsyonê Cemîle Karakaya daxuyanî da. 
 
Cemîle, destnîşan kir ku Peyman Stenbolê bi dengeke hevpar hat qebûlkirin lê bi îmzeyekî hat betalkirin û got: "Kesên ku ked dabûn peymanê keda wan hat pûçkirin. Qanûna 6284'an a di sala 2012'yan de ket meriyetê û qanûn referansê ji Peymana Stenbolê girt. Peymana Stenbolê ji bo jiyana jinan girîng e. Çend ji bo pratîzekirina peymanê Tirkiye soz dabe jî, jin her tim ji bo pratîzekirina peymanê di nav çalakiyan de bû. Ji ber ku destkeftiyên jinan her tim ji hêla îqtîdarê ve hatiye xespkirin. 
 
Çend roj beriya niha avahiya partiyeke siyasî bi êrişê re rûbirû ma xebatkara partiyê Denîz Poyraz hat qetilkirin. Li Elmaliya Antalyayê jî du zarok bi êrişa zayendî re rûbirû ma bû û bi wêneyên xêzkirî bûyer derket holê. Di 26'ê hezîranê de polîsan êrişê Meşa Rûmetê kir û di encamê de 25 kes hatin binçavkirin. 
 
Peymana Stenbolê ji bo hêzdayîna jinê, li dijî şîdeta li hemberî jinê girîng bû. Vekişandina ji Peymana Stenbolê tê wateya hevkariya şîdetê. Her wiha peyman ji hêla 34 welatan ve hat pejirandin lê cara yekem Tirkiye ji peymanê vekişiya."