Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar serdana Baroya Amedê kirin

  • 13:11 2 Tîrmeh 2021
  • Rojane
AMED -  Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar di çarçoveya serdana xwe ya ku li Amedê pêk bînin serdana Baroya Amedê kirin. Di serdanê de Emîne Şenyaşar diyar kir ku ji bo edalet pêk bê dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Emîne û Ferît Şenyaşar bi daxwaza “Edelatê” 116 roj in nobetê didomînin. Malbata Şenyaşar ê di çarçoveya serdanên piştevaniya hiqûqî de piştî Stenbolê hatin Amedê. Malbata Şenyaşar di çarçoveya serdanê xwe de bi Baroya Amedê re hevdîtin pêk anî. 
 
‘Heta ku edalet bê cih em ê têbikoşin’
 
Emîne da zanîn ku malbata wê wêran kirin e û zilmekê mezin li ser wan kirin e û got: “Hewşa edliyeyê ji me re qedexe kirin e lê em di tu şert û mercan de dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernadin. Ji ber daxwaza me ya edalatê me binçav dikin, gef li me tê xwarin û zext û zilm li ser me tê kirin. Lê belê em di vê rêya edaletê de dê hemû berdelan bidin. Li nexweşxaneyê qetlîam pêk hat, dîmenên nexweşxaneyê jê birin û li ser bûyerê girtin. Bila ew zilmê li me nekin. Sûcê kurê min jî tune ye ku wî jî xistin girtîgehê. Em 3 sal in li pey edaletê ne. Dê heta ku edalet bê cih em ê têbikoşin.”
 
‘Divê dosyaya malbata Şenyaşar bê ronî kirin’
 
Serokê Baroya Amedê Nadîr Eren jî axivî û got ew ê dê li gel malbata Şenyaşar bibin û wiha axivî: “Em bang dikin ku divê dosyaya malbata Şenyaşar bê ronî kirin. Divê biryarname bê serarest kirin û li gorî rêbazên hiqûqê bê tevgerandin. Bila dosya bê encam kirin û doz bê vekirin. Em ê li gel malbata Şenyaşar bibin û soza edaletê bibin.