Jinên çandinî û cotkariyê dikin: Qeyrana aboriyê bandor li me kir

  • 09:01 2 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Jinên li gundê Mêrdînê karê çandinî, cotkarî û sewalkariyê dikin bal kişandin ser zehmetiyên ku dibînin û wiha gotin:"Karên li gundan her tim zor e. Lê belê qeyrana aboriyê bandor li me kir û rewş zehmetir bû. Em ji berbanga sibehê heta mexrebê vî karî dikin. Zehmet e lê belê em bi piştevaniya di navbera xwe de kêfxweş dibin."
 
Bajarê Mêrdînê di warê çandinî, cotkarî û sewalkariyê de xwediyê dîrokeke kevnar e. Jinan ji dîrokê heta niha di vî warî de kedeke mezin dane û hîn jî didin. Jinên li gundê Mêrdînê yên bi karê çandinî, cotkarî û sewalkariyê mijûl in û vê kevneşopiyê didomînin ji ajansa me re axivîn. 
 
'Em jin bêtir zehmetiyan dibînin'
 
Zubeyde Andaş li ser erdê xwe ji bo xwedîkirina sewalan paletiyê dike. Zubeyde bi zehmetiyê dibîne re dest bi axaftinê dike û wiha dibêje:"Niha makîne derketine û ev kar hêsantir bûye. Berê heta ku genim dihat malê me zehmetiyên mezin didîtin. Lê niha ev zehmetî yek bi yek kêm bûne. Tevî vê jî em zehmetiyan dibînin. Ji ber barê mezin li ser milê me ye, bi taybetî jî em jin bêtir zehmetiyan dibînin."
 
'Jinan kedeke mezin didan'
 
Zubeydeyê bal kişand ser keda jinan û wiha pê de çû:"Genimê me di van çaxan de têdigêje. Ji ber ku em tenê ji bo xwedîkirina sewalan diçînin hindik e. Em wan jî ji bo zivistanê dihêlin û didin sewalên xwe. Ger berf zêde were jî em ji derve jî ka û ceh dikirin. Ya me têrî sewalan nake. Em genim didin hevdu şûnde, piştre li patozê dixin. Berê me bi sewalan hûr dikir. Piştî hûr dibû me li ber ba ji hev cuda dikir. Genim li aliyekî û ka ji li aliyekî diçû. Piştre jî me genim dibir aş  û dihêra û me ka jî dikir telîsan. Weke niha telîs jî tunebûn û me telîs jî bi destên xwe didirût. Ango heta ku me karê xwe diqedand me zehmetiyeke mezin didît. Jinan kedeke mezin didan."
 
'Qeyrana aboriyê bandor li me kir'
 
Bêrîvan Andaş da zanîn ew ji ber qeyrana aboriyê zehmetiyan dibînin û wiha got:"Em weke ciwan jî vî karî jî zor dibînin. Lê weke dayika me Zubeyde dibêje berê hîn zortir bû. Lê ew germahî û xweşiya me ya bi hev re jî niha me wenda nekiriye. Em weke gundî di van cihên kar û xebatan de tên gel hev. Em li vir bi hevdu re dibin alîkar, em êş û kêfxweşiya xwe parve dikin. Ji ber wê yekê jî li kêleka zehmetiyan em kêfxweş in jî. Di vê pêvajoyê de em gundî jî ji qeyrana aborî û şewbê bi bandor dibin. Em nikarin debara xwe jî bikin. Em car din mihtacê bajêr dibin. Bi vê çandiniya em dikin re jî em nikarin xwe bi rê ve bibin.  Îsal jî bi taybet ji bo baran kêm bariya genim jî kêm bû. Em giş di zirarê de ne."