MED-DER li Çinarê şahiya zarokan li dar xist

  • 17:55 1 Tîrmeh 2021
  • Rojane
AMED - MED-DER di çarçoveya plansaziya xwe de îro li gundê Lewendî ya Çinarê ji bo zarokan şahiyek li dar xist. Her wiha di şahiyê de perwerdeya zimanê kurdî hat dayîn. 
 
Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ya li Amedê xebatên ziman bi rê ve dibe, berê xwe dide gundan û ji bo zarokan şahiyan li dar dixe. Li gorî plansaziya îro li gundê Elwendî ya Çinara Amedê bernameya xwe lidar xist. Endamên Komeleya Nivîskaran a Mezopotamyayê û Komeleya Çandê jî beşdarî plansaziyê bûn. 
 
Em xwedî li zimanê xwe derkevin
 
Di destpêkê de zarokên gund li gel hev civiyan. Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan axivî û bal kişand li ser girîngiya zimanê zikmakî û got: "Em îro ji bo we hatine wir û dixwazin bi hev re li ser zimanê xwe biaxivin. Belê hûn diçin dibistanên Tirkan û perwerdehiya bi zimanê kurdî nabînin. Lê zimanê we bi kurdî ye. Divê em li hundirên malên xwe li derveyî bi derdora xwe bi zimanê xwe biaxivin. Em di rojên taybet de kiras û fîstanên li xwe bikin û çanda xwe zindî bihêlin. Divê em ji dê û bavên xwe re bêjin ku bila çîrokên bi kurdî ji me re bêjin. Em zimanê xwe ji bîr nekin û xwedî li zimanê xwe derkevin."
 
Piştî axaftina Şîlanê, ji zarokan re tîpên bi kurdî hat fêrkirin. Piştî ku zarok hînî alfabeya kurdî bûn bi komên dabeşkirî çalakiyên cûrbecûr pêk anîn. Wekî hînî notayan bûn, kilam strandin, notayên mûzikê fêr bûn û rîtmên xwezayî fêr bûn. Her wiha 250 heb seta perwerdehiya zimanê kurdî hat belavkirin. Ber bi dawiya bernameyê zarokan bi rîtmên xwezayî bi hev re kilamên Aram Tigran a 'Zimanê Kurdî' gotin. Bername bi kilam û govendan bi dawî bû.