Danişîna doza Aygul Dokû hat dîtin

  • 17:43 1 Tîrmeh 2021
  • Rojane
DÊRSIM - Danişîna doza tazmînatê ku li xwişka Gulîstan Dokû Aygul Dokû hat vekirin taloq bû. Her wiha malbata Dokû ber bi Orduyê ve dest bi meşê kir, di meşê de dayika Gulistanê Bedriye Dokû ji ser hişê xwe ve çû. 
 
Doza tazmînatê ku li xwişka xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistana Dokû di 5'ê çileya 2020'an de wina bû Aygul Dokû hatibû vekirin hat dîtin. Dema ku lêpirsîna derbarê windabûna Gulistan Dokû de berdewam dikir, zirbavê gumanbarê serekê Zeynal Abarakov, Engîn Yucel mala xwe ji Dêrsîmê bar kir. Ji ber ku lêpirsîn temam nebûbû û li mala wan lêkolîna krîmînal nehatibû kirin,  Aygul Dokû bûbû asteng ku mal bê barkirin. 
 
Di 22'yê mijdara 2020'an de Engîn Yucel, bi hinceta ku Aygul Dokû xesar daye mala wî derbarê Aygul de doza tazmînatê vekir. Danişîna vê dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Dêrsimê hat dîtin. Aygul Dokû û dayik û bavê xwe Bedriye û Halît Dokû tevlî danişînê bûn. Heyeta dadgehê, ji bo ku xesar bê tespîtkirin û îfadeyê Engîn Yucel bên girtin danişînê taloqî 14'ê cotmehê kir. 
 
Piştî danişînê malbata Dokû li ber Edliyeyê Dêrsimê daxuyaniyek da çapameniyê û bi pankarta "Gulistan Dokû li ku dere ye?" dest bi meşa xwe ya ber bi Ordûyê ve ku plan kiribû kir. Bi destpêkirina meşê de dayika Gulîstanê got, 'Keça min li kudere, Gulistan li kudere, keça min bibînin, hestiyê wê bidin min' û bi van gotinan re ji ser hişê xwe ve çû. 
 
Jinan dayika Gulistanê bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê û xwişka Gulistanê Aygul, got ku piştî ku dayika wê bi ser hişê ve bê careke din biryara xwe ya meşê binirxînin û biryar bidin.