Dayikên Aştiyê: Em li têkoşîna ji bo grevên birçîbûnê xwedî derkevin

  • 16:16 1 Tîrmeh 2021
  • Rojane
WAN -TJA û Rêxistina HDP'ê ya Wanê bi çalakiya li dar xistin bi Dayikên Aştiyê re hatin gel hevdu. Hevseroka DBP'ê Saliha Aydeniz di çalakiyê de axivî. Salihayê da zanîn çareseriya meseleya kurd bi azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ew ê pêk bê û wiha got:"Li her qadê êrişî destkeftiyên jinan û kurdan dikin. Em ancax bi yekîtiya neteweyî li dijî êrişan derkevin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê bi Dayikên Aştiyê re hatin gel hevdu. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz, parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Berî bernameyê bi stranên Aryen Kom dayikan govend gerandin. 
 
Bername bi rêzgirtina ji bo Deniz Poyraz hat destpêkirin. 
 
'Ji bo zarokên xwe gerek em têkoşîna xwe mezin bikin'
 
Rabia Algor li ser navê dayikan axivî û wiha got:"Li girtîgehan li dijî tecrîdê zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Em hemû bibin yek û li têkoşîna zarokên xwe xwedî derkevin. Em li têkoşîna ji bo grevên birçîbûnê xwedî derkevin."
 
'Dayikan di her demê de rola xwe lîstine'
 
Saliha Aydeniz wiha got:"Dayikan di her demê de rola xwe lîstine. Loma em wan pîroz dikin. Li her qadê êrişî destkeftiyên jinan û kurdan dikin. Jin li dijî êrişan her li berxwe didin. Loma sedema qetilkirina Deniz Poyraz jî ji ber têkoşîna jinê ye. Ew ê têkoşîna me bidome. Em ancax bi yekîtiya neteweyî li dijî êrişan derkevin. Her wiha sedema polîtkayên qirêj tecrîd e. Loma çareserî Birêz Abdullah Ocalan e."
 
Bername bi gotina stranan bi dawî bû.