Jinan li Cizîrê Zeynep Kinaci bibîr anî
- 16:07 1 Tîrmeh 2021
- Rojane
ŞIRNEX - Bi pêşengiya TJA'yê li Cizîrê Zeynep Kinaci (Zîlan) hat bibîranîn.
Tevgera Jinên Azad (TJA) Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di çalakiya fedaî ya li Dêrsimê de di 30'ê Hezîrana 1996'an de jiyana xwe ji dest da li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîra Şirnexê bi bernameya ku li dar xist bi bîr anî. Di bernameyê de Endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê, endam û rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyan cih girtin.
Bernameya bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di serî de Aktîvîsta TJA'yê Meryem Eşkara axivî û anî ziman ku Zeynep bi têkoşîn û fikrên xw ji jinan re bûye pêşeng û got: "Em ê ala têkoşînê bilind bikin. Em ê têkoşîna Zîlan heta dawiyê bimeşînin."
Sînevîzyona ku jiyana Zîlanê vedibêj hat pêşkêşkirin. Piştî sînevîzyonê hûnermend Merve Admîş stran vegotin û bîranîn bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.