'Em ê dev ji peymanê bernedin'

  • 14:41 1 Tîrmeh 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Baroya Mêrdînê  têkildarê rakirina Peymana Stenbolê daxuyanî da. Dîlan Koç a ku metna daxuyaniyê xwend got: "Di pêvajoyeke jin û zarok tundiyê dibînin û tên îstismarkirin pêdivî bi Peymana Stenbolê heye."
 
Li dijî rakirina Peymana Stenbolê Baroya Mêrdînê daxuyanî da. Bi dehan parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê baroyê jî parêzer Dîlan Koç metin xwend. 
 
'Peyman di vê pêvajoyê de pêwîstî ye'
 
Dîlanê di destpêka axaftina xwe de wiha got:"Biryara betalkirina ji Peymana Stenbolê di şevekê de bi gotina yek kesî re pêk hat. Ev nêzîkatiyek ne hiqûqî ye. Li dijî wê Baroyên me, STK, Partiyên siyasî Komeleyên jinan di nav  de 220 sazî û dezdgeh ji bo ev biryar pişt ve were kişandin serî li Meclîsa giştî ya dewletê dan. Lewra daxwaza me jî nehat erêkirin û Tirkiye ji peymanê vedikişe. Di pêvajoyek wisa ku jin, zarok tên îstismarkirin û di nava malê de tundî zêde dibe de pêwîstî bi peymanê heye."
 
Dîlanê herî dawî bang li rayedaran kir ku biryara betalkirinê paş ve bikişînin û got ew ê dev ji peymanê bernedin.