Jinên parêzer ji bo 'Peymana Stenbolê' çalakî li dar xistin
- 14:40 1 Tîrmeh 2021
- Rojane
ENQERE - Li dijî rakirina Peymana Stenbolê Parêzerên Nûjen ên Azad li ber Edliyeya Sihhiyeyê belavokên madeyên Peymana Stenbolê tê de cih digirin belav kirin û rakirina peymanê bi çepikan şermezar kirin.
Li dijî rakirina Peymana Stenbolê Parêzerên Nûjen ên Azad li ber Edliyeya Sihhiyeyê belavokên madeyên Peymana Stenbolê tê de cih digirin belav kirin û rakirina peymanê bi çepikan şermezar kirin. Parêzerên gotin "Peymana Stenbolê ya me hemûyan e","Em peymanê nakin qurbana we" li korîdorên edliyeyê bi çepikan betalkirina peymanê şermezar kirin.
'Em dixwazin maf û jiyana xwe biparêzin'
Seroka Baroya Enqereyê Parêzer Îlke Îşık di dema belavkirina belavokan de wiha got:"Em dixwazin maf û jiyana xwe biparêzin. Li vî welatî her dem jin tên kuştin. Tundî her roj zêde dibe. Betalkirina peymanê tê wê wateyê ku destûrê didin tundî û îstismara ser zarok û jinan."
Her wiha parêzera Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Arzu Kurt, armanca Peymana Stenbolê rave kir.
Piştî belavkirin belavokan daxuyanî hat dayin.