Baroya Amedê: Em ê têkoşîna xwe bidomînin

  • 14:33 1 Tîrmeh 2021
  • Rojane
AMED - Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê li ber Edliya Amedê daxuyaniyek da û got: "Biryara ku hatî dayîn nayê qebûlkirin û em ê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
Betalkirina Peymana Stenbolê îro bi Rojnameya Fermî hat ragihandin. Bertek û nerazîbûnên li hemberî rakirina peymanê didomin. Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê li ber Edliya Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Serokê Baroyê, endamên Lijneya Rêveberiya Baroyê û parêzerên Baroyê  tevlî daxuyaniyê bûn û di daxuyaniyê de pankarta "Em dev jî Peymana Stenbolê bernadin" vekirin. Li ser navê parêzeran nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Çigdem Sevîmlî daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi biryarnameya Serokkomar di 20'ê adarê de Peymana Stenbolê hat betalkirin û di 23'ê adara 2021'an de jî biryara xwe ji Konseya Ewropayê re ragihand. Biryara ku hatî dayîn îro di 1'ê tîrmehê de di Rojnameya Fermî de hat ragihandin. Îqtîdara ku peyman îmze kir, heman îqtîdar peyman betal kir. Îqdîdara heyî sedemên biryara xwe ya betalkirinê neanî ziman. 
 
Yekitiya Baro a Tirkiyeyê, komele û partiyên siyasî li dijî biryarê serî li Dadgeha Bilind dan, lê dadgeh daxwaz red kir. Di rewşeke wisa de ewlehiya jinan dikeve xetereyê. Peymana Stenbolê ji bo jinan û ji bo saziyên jinan destkeftiyek mezin bû. Em biryara ku hatî dayîn qebûl nakin û em ê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Peymana Stenbolê dide jiyîn" bi dawî bû.