Jinên ku gotin 'Em jiyanê radiwestînin' rê li trafîkê girtin

  • 14:22 1 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Endamên Tora Parastina Jinê, ji bo berteka xwe ya li hemberî fesihkirina Peymana Stenbolê aşkere bikin li Kolana Tunali Hilmî rê li trafîkê girtin. Jinan bi dirûşman dest bi meşê kir. 
 
Tora Parastina Jinê, li dijî fesihkirina Peymana Stenbolê li Kolana Tunali Hîlmî ya Enqerê pankarta bi dirûşma, "Em jiyanê radiwestînin" vekir û rê li trafîkê girt.
 
'Em jiyanê radiwestînin' 
 
Endama Tora Parastina Jinê  Buse Uçar got, "Em ji îqîdara AKP'ê ku me ji vê peyman derdixe û dibe sedema jiyana me re dibêjin ku hûn çawa mafê me yê jiyanê ji destên me digire, em jî jiyanê radiwestînin. Bila trafîk neherike. Destê me li pêsêra we ye û em hemû mafên xwe yên jiyanê dixwazin. Ev peyman bi gotina kesekî nikare bê fesihkirin."
 
Jin bi dirûşma "Em dest ji peymana Stenbolê bernadin" û "AKP destên xwe ji peymanê bikişîne" meşiyan.