17'emîn hejmara pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket
- 11:40 1 Tîrmeh 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 17'emîn hejmara pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket. Di hejmara vê mehê de Deniz Poyraz a di êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da bû mijara bergê.
17'emîn hejmara pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket. Hejmara nû bi berga "Em serî ji tundiya mêr û dewletê natewînin" hat weşandin. Di hejmara vê mehê de Deniz Poyraz a di êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da bû mijara bergê.
Di hejmara nû de yekîtiya neteweyî ya gelê kurd, Peymana Stenbolê, têkoşîna jinan a li dijî betalkirina Peymana Stenbolê û gelek nivîsên din cihê xwe digirin.
Hemû nivîsên di pêvekê de cih digirin wiha ne:
Ji Parîsê ber bi Silopiyê ji Helincê ber Îzmîrê ve: Em komkujiyan nas dikin / Zeynep Altinkaynak
Peyama tê dayin zelal e, bersiva me zelal e! / Bedia Akkaya
Ev ne êrişa yekem a netewperestiyê ye / Meghan Bodette
Kampanyaya Peymana Stenbolê: Parêzkariya mafê jinê yan femînîz im? / Hulya Osmanagaoglu
Fikir û ramanên li ser tevgera aştiyê ya jinê ya nû / Ayşe Duzkan
Dem dema Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî ye! / Heval Arslan
Ger tu dixwazî rihê min bikuje, ev karekî vala ye! / Emina Deger
Yê hezîrana min veguherand payizê bila ro li serê wan nekeve ! / Nebile Irmak Çetin
Yê kincê Mûşê lê dikin.../ Sibel Genç
Hûn dikarin ji ser vê lînkê xwe bigihêjin pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê.