Li Mexmûrê koma 99’an greva birçîbûnê dewir girt

  • 10:34 1 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 99’an dewir girt û çalakî 196 roj in didome. 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya ku 196 roj in berdewam dike û îro koma 99'emîn çalakî dewr girt. Beriya merasîma dewr girtinê destpê bike deqeyek rêz hat girtin. 
 
Li ser navê çalakvanan Medîne Tok axivî: “Em li ser navê koma 98’an xêrhatina gelê xwe dikin. Pergala desthilartdar ya dewletparêz bi hemû hêza xwe û bi rêbazên herî qirêj û hovane êrîşî xeta azadixwez, demoqrasî, azadixwaziya jinê, pergala civaka exlaqî û polîtîk dike. Bi taybet jî li ser rêbertiya me, gerillayên  Gelê Kurd yê welatparêz, nirxê mirovatî û bi her awayî êrîş dike. Dagirkerên Kurdistanê bawerdikin ku wê bi hevkariya xeta îxanetê û bi piştgiriya hêzên navneteweyî îradeya kurdê azad tune bike û teslîm bigire. 
 
Îradeya kurdê azad ya dibin pêşengtiya Rêber Apo de û bi girêdana nirxên ku şehîdan afirandî pergala desthelatdaran ji binîve hejand û rêya bi dawî anîna pergala zilmê hat dîtin. Wê ev têkoşîn û berxwedaniya bi pêngava 'Dem dema azadiyê ye' heya ku rêbertiya me bi awayek fîzîkî rizgar nebe di hemû qadên têkoşînê de wê bi awayek bi bandor û serkeftî berdewam bike. 
 
Em bang li tevayî wijdan mirovahiyê dikin ku di vê pêvajoya ku çarenusa Gelê Kurd û gelê bindest yê azadîxwaz diyar dike de asta têkoşînê bilind bikin û bi erk û berpirsyartiyên xwe yên demê rabin. Em bi rihê şehîd Zîlan, bi rihê cenga Xabur û bazên Zagrosan asta tekoşîna xwe bilind bikin û pergala netewa demokratîk ava bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn." 
 
Merasîma dewir girtinê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana gel û gerîlla" bi dawî bû.