Ji bo îfadeyê gazî jinên li dijî Peymana Stenbolê derketin, kirin

  • 10:15 1 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Polîsan bi riya telefonê gazî jinên ku tevlî daxuyaniya ji bo Peymana Stenbolê bûne kirin û gotin werin îfadeya xwe bidin.
 
Platftoma Jinan a Şahmaranê bi armanca şermezarkirina betalkirina Peymana Stenbolê, rexmê gef û astengiyên polîsan li Parqa Karayollari ya Mêrdînê daxuyanî dabû. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Şukran Erol, Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Şahmaranê beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan bi riya telefonê gazî çalakvanên ku tevlî daxuyaniyê bûne kirin û gotin pêwîst e hûn werin îfadeyê.
 
Polîs li jinên beşdarî çalakiyê bûn geriyane û wiha gotine:"Hûn û 22 hevalên we yên di komê de werin îfadeyê. Yan na em ê bi rêyên din wan bînin îfadeyê."