Zuleyha Gulum: Em bi lîstikên AKP’ê re rûbirû ne

  • 09:04 1 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
Dîlan Babat- Oznur Deger
 
ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum derbarê 4’emîn Pakêta Darazê ya ku AKP’ê amade kiriye de axivî û da zanîn ku ev pakêt ji bo xapandinê ye û wek tiştekî xweşik pêşkêşî gel hatiye kirin, lê ev pakêteke bi pirsgirêke.
 
AKP’ê derbarê usulên lêpirsîn, şîdeta li hember jinê, kontrola edlî û xwegîhandina darazê de, 4’emîn Pakêta Darazê pêşkêşî meclîsê kir. Derbarê pakêta ku hefteya borî di komîsyonê de hat nîqaşkirin de HDP û CHP’ê şerh danîn ser pakêtê. Her du partiyan jî diyar kirin ku sererastkirinên kêm di pakêtê de heye û pakêta darazê ya ji komîsyonê derbas bû jî di Lijneya Giştî de hat nîqaşkirin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum ya di hevdîtinên Komîsyonê ya 4’emîn Pakêta Darazê de cih girt, derbarê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Sererastkirinên derbarê şûndeketinê ne’
 
Zuleyhayê bi lêv kir ku desthilatdarî demeke dirêje pakêtên ji bo mafê mirovan û demokrasiyê derdixe lê sererastkirinên nû derdixe û ev jî ne ji bo pêşketinê ne, pêşî li şûndeketinê vedike. Zuleyhayê wiha berdewam kir: “Ewil bi fîîlî pêk tîne piştre hinek mafên hiqûqî tune dihesibîne û di pêkanînê de van bicih dikin û piştre tên dibêjin; ‘ji rewşên wisa re sererastkirinên qanûnî’ û sererastkirinan tînin. Di pakêta îfaza cezayê de jî wiha bû. Ji ber nexweşiyê gotin em sererastkirinê bînin, gotin li girtîgehan rîsk hene. lê sererastkirineke ku mafê girtiyan jê girtin anîn. Girtiyên siyasî ji derveyê vê girtin. Girtiyên siyasî di pandemiyê de bi rîska mirinê re hatin rû hev.”
 
‘Mirov bê hincet girtin’
 
Zuleyhayê daxuyakirin ku pakêtên ku AKP derdixe ne ji bo fêdeya gel e û ev tişt anî ziman: “Du sê heb xalên ku wekê ku sererast kirine dikin navberê lê di esasê de bi giştî pakêt ne ji bo fêdeya gelane, berovajî vê xespkirina mafan zêde dike. 4’emîn Pakêta Darazê ya pêşkêşî me hatiye kirin jî wisa ye. Di girtinan de dibêje wê li delîlên şênber bigerin. Dema ev hevok tê nivîn, vegotina wê ya li binî ‘Di bendên yek, du sê de ev xal heye lê aşkera nayê nivîsîn.’ Ev bi tenê nîşan dide ku daraz hatiye kîjan astê, desthilatdarî çawa ne li alî azadiyan her tim li alî xespkirina mafan tevdigere. Dîsa di pakêtê de tê gotin dema îdianame tê amadekirin di îdianameyê de ‘delîlên ne sûc û guman’ nakevin îdianameyê. Dema mirov wek hiqûqnas li vê dinêrin ev îfadeyek komîk e. Hewce bi nivîsandina vê jî nîne. Li Tirkiyeyê di îdianameyan de ji bilî bûyer an jî gumanbar tiştek nayê nivîsîn. Lê em vê baş dizanin ku me di doza Kobanê de dît. Belgeyên tu rastiya wê û bingeha wê tune kirine îdianameyan û ev wek delîl pêşkêş kirine. Ev hatiye asteke wisa ku em bi desthilatdariyeke ku hewce dibîne vê binivise, ne rehatine rû hev. Bi vê re jî îtîraf kirin ku mirov bê hincet tên girtin. Tu eleqeya îdianameyan bi hiqûqê tune.”
 
‘Parastina cewherî dibe sedema girtina cezayê giran’
 
Zuleyhayê balkişand ser xala ku dibêje ji sûcên ‘kuştin, birîndarkirin, ji azadiyê bêparhiştin’ ya li dijî hevjîna dest ji hev berdane pêk hatiye divê cezayê giran bê dayîn û wiha berdewam kir: “Her çiqas ev xal ji bo jinan hatine amadekirin jî xal di esasê de berovajî pêk tê. Tevî ku jin dest ji mêran berdidin mêr dest ji jinan berdandin. Bi hincetekê jinan dikujin. Ji bo nemirin parastina cewherî pêk tînin. Mixabin dema jin jiyana xwe diparêzin, daraz ji rewşa baş û tehrîkê pêk nayne. Ji bo mêran jî wek xelat tê dayîn. Ji bo jinan jî cezayên giran tên dayîn.”
 
‘Sererastkirinek wisa nikare bê qebûlkirin’
 
Zuleyhayê balkişand ser xala "Di îstîsmara zayendî de delîlên şênber nayê xwestin" û wiha daxuyand: “Dadgeh dibêjin dema dozên siyasî nebin delîlên şênber jî tune. Em di mijara jinê de jî vê dizanin, bi taybet di îstîsmara zayendî ya li hember zarokan de bûyer hema dernayên derve. Jin û zarok serlêdanê nakin. Dema dikeve zorê diçe saziyek jinan parve dike gilî dike. Êrişa zayendî ya li hemberî zarokan jî belkî bi saya hîndekar an jî psîkolog derkeve holê. Piştî çend sal şûnde gilî tê kirin û delîlên fîzîkî ji holê radibin. Ji ber delîlên fîzîkî ji holê radibin, delîlên şênber tune, tecawizkar serbest digerin. Ji ber vê jî sererastkirinek wisa nayê qebûlkirin.”
 
‘Divê îfadeya jinê esas bê girtin’
 
Zuleyhayê li dijî pakêtê pêşniyarên xwe jî wiha rêz kir: “Delîlên şênber divê di dozên siyasî de bê daxwazkirin. Ji ber qet lê nagerin. Di sûcên li hember jinan de divê di kategoriyek cuda de sererastkirin hebe. Hewcedarî bi sererastkirineke serbixwe heye. Dema di nav tevliheviyê de be ji bo jinan wek zirar vedigere. Mînak divê îfadeya jinan esas bê girtin û dema ku wek delîla şênber bê qebûlkirin divê biryara girtina gumanbar bê dayîn. Lê pergala serdest ya mêr îfadeya jinê esas nagire.”
 
‘Em bi lîstikên AKP’ê re rûbirû ne’
 
Zulehayê dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji xalên di pakêtê de cih digirin, wê şertên ‘kontrola edlî û hepsa malê’ ji nûve bê sererastkirin û  got desthilatdariya ku divê hepsa malê li dijî sûcên li hember jinan pêk bînin, li hember siyasetmedar, muxalefet û xwendekaran pêk tîne. Zuleyhayê wiha dawî lê anî: “Ji ber mirov mafên demokratîk bikar tînin hepsa malê didinê û piştre dibêjin binêrin ez tiştekî baş dikim û hepsa malê ji înfazê dixînim. Kontrola edlî zêde dikin û herkes mahkumê îmzeyan kirin. Niha jî dibêjin di mijarên kontrola edlî de hewce bi demê heye û di sûcên edlî de 2 an jî sê sal di sûcên siyasî de 4 an jî 5 sal tê xwestin. Gelo 4-5 salan ferzkirina kontrola edlî ku derê wê hiqûqiye. Ku derê wê azadiye. Ev jî wekê ku sererastkirineke baş e nîşan didin. Wek her tim em bi lîstikên AKP’ê re rûbirû ne.”