Bêrîvan Helen Işik: Lêpirsîn dijhiqûqî ye

  • 09:02 1 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
SÊRT - Şaredariya HDP'ê ya Sêrtê berî ku qeyûm tayînî wê bê kirin ji bo 2413 aboneyên ku deynê wan ê avê hebû sedî 90'ê faîza deynê wan jêbiribû. Wezîrê Karên Hûndirê bi hinceta ku şaredariya HDP’yî  761.908.33 Mîlyon TL faîza deynê avê jê  biriye  û şaredarî kirine zirarê lêpirsîn da destpê kirin. Hevseroka Şaredariya Sêrtê ya demê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Helen İşik, bertek nîşanê lêpirsîna ku hatiye vekirin da û got “Lêpirsîneke dijhiqûqî ye. Îtîraz bikin.”
 
Şardariya Sêrtê ya  Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê berî ku qeyûm tayînî wê bêkirin di civîna meclîsa xwe de ji bo ku nêzî 2 hezar û 413 aboneyên deynê wan ê avê heye bikaribin bidin biryar dabû ku ji sedî 90 faîza hatibû ser deynê wan jê bibe. Ev biryar ji aliyê 18 endamên meclîsa şaredariyê ya HDP û 6 jî yên AKP’ê ve hatibû qebûlkirin. Wezîrê Karên Hûndir bi hinceta ku şaredariya HDP’yî  faîza deyn jê biriye  û şaredarî kirine zirarê lêpirsîn da destpêkirin. Hevseroka Şaredariya Sêrtê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Helen Işik, bertek nîşanê lêpirsîna ku hatiye destpêkirin da û got ku ev lêpirsîn li dijî hiqûqê ye.
 
'Biryara meclisê ye'
 
Bêrîvanê, anî ziman ku  wan di serdema xwe de ji bo ku abone bikaribin deynê xwe bidin wan faîza deyn jê birine û di berdewamiyê de wiha got: “Di dema ku hîna şaredarî nehatibû desteserkirin de şêniyên Sêrtê yên ku deynê wan hebû gazin dikin. Me jî xwest ku em ji gelê xwe re bibin bersîv û hinekî karê wan sivik bikin. Lê me ev jî di çarçoveya qanûnê de kir û em bi dijhiqûqî tevnegeriyan.  Ev mafekî qanûnî ye û me ev biryar di  meclîsê xwe re derbas kir. Li gorî xala qanûnê ya 7143  mirov dikare faîza deyn jê bibeav. Ev biryar bi 18 dengên endamên meclisa şaredariyê yênHDP’ê û 6 deng jî yên  AKP’yî  bi hiştî bi 24 dengan hat dayîn. Me deynên faîza avê ji sedî 90 jê bir.”
 
Lêpirsîn hat destpêkirin
 
Bêrîvanê, destnîşan kir ku ji ber deynên faîza avê jêbirine ji aliyê Wezîrê Karê Hûndir ve derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin û wiha domand: “Bi giştî me  faîza deynê 2 hezar û 413 aboneyên xwe 413 aboneyên xwe me jê bir. Bi gotineke din jixwe divê av belaş bê dayîn. Di jiyanê de tiştê herî pêwîst ji bo mirovan av e.  Ji ber ku me faîza avê kêm kiriye derbarê me de lêpirsîn hatiye vekirin. Lê em biryara me di cih de ye. Bila lêpirsînê vebikin. Di aliyê avê de welatê me gelek dewlemende û divê ku av belaş bê dayîn em vê diparêzin.”
 
‘Ev biryar li gelek bajarên dinê jî hat dayîn’
 
Bêrîvanê, da zanîn ku piştî wan faîza deynê avê ji sedî 90 kêm kiriye ji bajarên din re jî bûne mînak û gelek bajarên din jî bi heman rêbazê kêm kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev biryar li gelek bajarên dinê jî hat pêkanînin.  Bajarên wekî Enqere, Riha û Bursa jî bi heman rêbazê faîza deyn ji sedî  90 kêm kirine. Ger derbarê wan de jî lêpirsîn bê destpêkirin em dîsa qebûl nakin. Beriya niha bi du mehan baca bi trîlyonan aşîrketina hat jêbirin. Tiştê ku ew dikin ne sûce, yê ku em dikin sûc tê dîtin. Bi biryareke biçûk be jî em ji gelê xwe re bûn bersîv. Em ji biryara xwe ne polşan in. Bi vê lêpirsînê dixwazin bêjin ku we peywira xwe baş nekiriye û dixwazin bêjin ‘Serok Komar dikare vê biryarê bide.’ Lê belê dema tu li qanûnê dinêrî di wê qanûnê dinêrî şaredarî û meclîsa xwe dikare biryarê bide. Mafê me hebû ku em vê biryarê bidin. Lê dîsa jî derbarê me de lêpirsîn hatiye destpêkirin.”
 
‘Ev lêpirsîn li dijî hiqûqê ye’
 
Bêrîvanê di dirêjiya axaftina xwe de got ku di çarçoveya hiqûqê de li dijî vê lêpirsînê ew ê jî gilî bikin û ev tişt anî ziman: “Me ji gelê xwe re xizmet kiriye, lê em hedef hatine girtin. Ji ber ku em şaredariyek HDP’yî ne derbarê me de ev lêpirsîn dan destpêkirin. Ger em şaredariyek dinê bûna dibe ku derbarê me de lêpirsîn nehata destpêkirin. Em vê lêpirsînê qebûl nakin. Ev lêpirsîn li dijî hiqûqê ye.”
 
‘Em ê gilî bikin’
 
Bêrîvanê,  di dawiya axaftina xwe de got ew vê lêpirsînê qebûl nakin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Ger ku ew lêpirsînê didin destpêkirin  em ê jî gilî bikin.”