ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

  • 09:00 1 Tîrmeh 2021
  • Rojev
 
*Nedret Dun bi petina nanê selê hem kevneşopiya xwe diparêze hem jî debara mala xwe dike. Nedret destnîşan kir ku heke jin bixwaze dikare di her aliyê jiyanê de bi ser keve û ji bo wê jî biryardayîn girîng e. BI DÎMEN 
 
*Şaredariya HDP'ê ya Sêrtê berî ku qeyûm tayînî wê bê kirin ji bo 2413 aboneyên ku deynê wan ê avê hebû sedî 90'ê faîza deynê wan jêbiribû. Wezîrê Karên Hûndirê bi hinceta ku şaredariya HDP’yî  761.908.33 Mîlyon TL faîza deynê avê jê  biriye  û şaredarî kirine zirarê lêpirsîn da destpê kirin. Hevseroka Şaredariya Sêrtê ya demê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Helen İşik, bertek nîşanê lêpirsîna ku hatiye vekirin da û got “Lêpirsîneke dijhiqûqî ye. Îtîraz bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum derbarê 4’emîn Pakêta Darazê ya ku AKP’ê amade kiriye de axivî û da zanîn ku ev pakêt ji bo xapandinê ye û wek tiştekî xweşik pêşkêşî gel hatiye kirin, lê ev pakêteke bi pirsgirêke. BI DÎMEN 
 
*Sultan Gok û Cîhan Okmen ên rezên wan şewitîne berteka xwe nîşan dan û wiha gotin:"Debara me, keda me ya çend salan ber avê de çû. Gelek ajal jî qetil bûn. Wê hesabê vê yekê kî yê bide?" BI DÎMEN