Ligel astengiyan xwedî li Peymana Stenbolê derketin

  • 19:32 30 Hezîran 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Platforma Jinan a Şahmaranê bi armanca şermezarkirina betalkirina Peymana Stenbolê ligel astengiyên polîsan daxuyaniyek dan û gotin: “Em ê li dijî van polîtîkayên dijminatiyê dike li qadan bin.  Em ê dev ji doza xwe û Peymana Stenbolê bernedin. Heta ku em jiyanek demokrat û azad ava bikin em ê têbikoşin.”
 
Platftoma Jinan a Şahmaranê bi armanca şermezarkirina betalkirina Peymana Stenbolê, ligel gef û astengiyên polîsan li Parka Karayollarıya Mêrdînê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Polîsan li Parka Karayollari dorpêç kir bi anonsên dikirin xwestin daxuyaniyê asteng bikin. 
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê Şukran Erol, Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Şahmaranê beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê endama Şahmaranê Derya Dal ve hat xwendin. 
 
‘Serlêdana me hat redkirin’
 
Derya di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser betalkirina peymanê û got: “Peymana Stenbolê ya ku yek ji îmze dayî û yê yekem jî Tirkiye bû. Lê di 20’ê adarê de ji aliyê îqtidara yek zilamî ve hat betalkirin. Li gorî ku di rojnameya fermî de hatiye parvekirin jî wê di 1’ê Tîrmehê de jî wê bi awayekî fermî ji peymanê vekişin. 
 
Partiyên siyasî, STK û komeleyên jinan di nav de bi qasî 220 komele  û pêkhate ji bo Peymana Stenbolê neye betalkirin serî li parlamentoyê dan. Duh ev serlêdana me hat redkirin.”
 
‘Nahêlin em deng derbixin’
 
Derya got birara ku ji aliyê yek mêrî ve hatiye girtin ne hiqûqiye û wiha berdewam kir: 
 
“Peyman zarokên ku rastî îsîsmarê tê û hemû qadên civakê diparêze. 
 
Di vê alî  de berpisyarî dide ser milê dewletê. Peyman ne tenê ji bo parastina mafên jinan, ev peyman li dijî istismara zarokan a ku her roj em dibin şahid re bertekee. Di doza Elmali yê de du zarok ji aliyê dê û bavê xwe ve bi êrişa zayendî re rûbirû ma. Zarokan vê bi name û wêneyên ku xêz kirine rewşa xwe vegotin. Lê belê berpirsyar li pêş çavê me hatin berdan. Em jinên ku mexdurê tacîz, tecawiz û îstimarê re rûbirû dimînin li dijî vê bê hiqûqiyê tenê dikarin di platformên medyaya civakî de deng derxin. Ger peyman ketiba fermiyetê wê sûcdar ceza bigirta û wê zarok bihatana parastin.”
 
‘Em ê dev ji têkoşînê bernedin’
 
Derya wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yên ku ne piştgirê îqtidarê ne tên reşkirin û terorîzekirin. 
 
Ev wê ne tenê di dîroka Tirkiyê de weke qirêjiyek bimîne wê di dîroka cîhanê de jî ev wisa bimîne. Ji ber ku heq û hiqûq tiştek gerdûnî ye. Bi van polîtîkayên xwe re jî civakê bi tovê xwe yê nefret, nîjadperest û zayendperestiyê didagirin. Herî dawî me li Îzmîrê di avahiya HDP’ê de vê yekê dît. 
 
Denîz Poyraz li pişt pankarta ku li ser ‘88 jin hatin qetilkirin’ nivîsî hat qetilkirin. Em bang dikin ku îqtidar dev ji vê zimanê xwe yê nefrete berde. Em ê li dijî van polîtîkayan hemûyan weke jin li qadan bin.  Em ê dev ji doza xwe û Peymana Stenbolê bernedin. Heta ku em jiyanek demokrat û azad ava bikn em ê têbikoşin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Peymana Stenbolê ya me ye” û “Em dev ji mafên xwe û Peymana Stenbolê bernadin”  bi dawî bû.