Ji bo pankarta derbarê Denîz Poyraz de lêpirsîn

  • 16:31 30 Hezîran 2021
  • Rojane
ÇANAKKALE -Ji ber pankarta ku ji bo Denîz Poyraz li avahiya HDP'ê ya Çanakkaleyê hat daliqandin derbarê du kesan de lêpirsîn hat destpêkirin.
 
Li avahiya Rêxisitna DHP'ê ya Çanakkaleyê ji bo Denîz Poyraz a ku di 17'ê Hezîranê de li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin bi dirûşma "Hûn ê hesap bidin"  pankart hat daliqandin.  Bi hinceta ku pankart hatiye daliqandin derbarê 2 rêveberên partiyê de lêpirsîn hat destpêkirin. Polîsên ku hatin avahiya partiyê jî bi hinceta ku biryara dozgeriyê heye daxwaza pankartê  daxînin kirin. Lê rêveberên partiyê destûr nedan ku pankart bê daxistin. Piştî vê polîsan di demeke ku kes li avahiyê tune bû di saetên şevê de pankart daxistin.   
 
Piştî daxistina pankartê jî bi hinceta "Gel teşvîkî sûcê nefrtê kirine" derbarê 2 rêveberên HDP'ê de di 28'ê Hezîranê de lêpirsîn dan destpêkirin.