Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re ji ber Girtîgeha Bakirkoyê bang kir

  • 12:54 30 Hezîran 2021
  • Rojane
STENBOL - Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re li ber Girtîgeha Bakirkoyê baga dawî li binpêkirinên mafan û tecrîdê bînin kir.
 
Înîsiyatîfa Piştevaniya bi GIrtiyan re, bi daxwaza ku dawî li tecrîdê bê anîn û binpêkirinên mafan li girtîgehan bê bidawîkirin û balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ku di roja 216'emîn de li girtîgehan berdewam dike, li ber Girtîgeha Bakirkoyê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zulehya Gulum jî tevli daxuyaniyê bû.   
 
Di daxuyaniyê de dirûşmên, "Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn", "Bijî berxwedana Zindanan" û "Bila girtiyên nexweş bên berdan" hatin berzkirin.  Di daxuyaniya ku pankarta bi dirûşma, "Bila qedexeya ji bo hevdîtin, ragihandin û weşanê bi dawî bibe" hat vekriin de beriya daxuyaniyê parlamenter Zuleyha Gulun axaftin kir. 
 
Zuleyha diyar kir ku ew li dijî tundî, binpêkirinên mafan û tecrîda li zindana li ber girtîgehê kom bûne û wiha berdewam kir, "Demek dirêje ku girtîgeh wekî malên qirkirinê tên bikaranîn. Ev polîtîkayên qirkirinê yên îqtîdarê ku wekî parçeyekî dijminantiya îqtîdarê ne li girtîgehan jî tên pêkanîn. Kes êdî ber bi mirinê ve diçin û di vê rewşê de jî nayên tahliyekirin. Raporên Tipa Edlî ji ber ku bi hiqûqa dijminantiyê li wan tê nêrîn bêyî ku kes ji xizm û malbata xwe xatir bixwazin jiyana xwe ji dest didin."
 
'Bila tecrîd bê rakirin'
 
Zuleyha tecrîda li Îmraliyê ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî tê pêkanîn bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li dijî tecrîd û xespkirina mafan dengê girtiyan bilind dibe. Îqtîdar û rêveberiyên girtîgehan di bedêla ku vî dengî bibihîzin, bi lêpirsînên nû ku derbarê girtiyan de vedikin mijûş in.  Girtî ji bo ku nemirin mecbûr dimînin ku dest bi greva birçîbûnê bikin. Li girtîgehan tecrîd heye. Em di pêvajoyeke ku tecrîda bi girtîgehên Tîpên F hat destpêkirin û li Îmraliyê hat kurkirin û li tevahiya civakê belav bûye re derbas dibin. Her dema ku li girtîgehan tundî zêde dibe li derve jî vê tundiyê zêde dikin. Tecrîda li ser birêz Ocalan tecrîda li ser rêbaza aştiyê ye. Em pêvajoya aştiyê baş dizanin. Em dizanin ku her kes li hêviya ku wê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin bûn. Bila tecrîd bê bidawîkirin. Hûn bi hiqûqa dijminatiyê nikarin bigihên derekeê ji ber ku kesên li ber xwe didin hene."
 
Endama înîsiyatîfê Fatma Yildirim daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtigehan. Fatma wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îqtîdar ji roja avakirina girtîgehan heta îro wekî amûrekî zorê li hemberî civakê bikar tîne. Tecrîdkirina mirovan, ferzkirina îteatkirinê bi armanca biyanîkirina civakê ye. Ji bo bighêjin armanca xwe serî li rêbazên qedexe û astengiyê didin. Di serî de mafê ragihandinê tê astengkirin. Name girtin û şandin, telefon vekirin, hevdîtina bi malbatê re, rojname, pirtûk, nedayîna tiştên hatî şandin, astengkirina sohbet, spor, faîliyetên çand û muzîkê, xebatên atolyeyan hemû yek car tên astengkirin. Ev tişt mafê bingehîn a mirovatiyê ye û qedexekirin jî pêkanîna lidij mirovatiyê ye. 
 
Rojname bi hinceta pandemiyê nayê dayîn û eleqeya wê çiye nayê fêmkirin. Di 1'ê tîrmehê şûnde dê qedexên ku ji bo pandemiyê hatî dayîn bê rakirin. Lê derbarê rewşa girtîgehan de heta niha tu daxuyanî nehatin dayîn. Bi hinceta pandemiyê dê qedexeyên ku li girtîgehan hatî dayîn bê domandin. Di serî de divê astengiya mafê ragihandinê û mafên ku hatine xespkirin ji holê bê rakirin. Em xizmên girtiyan destûr nadin rewşê û em ê li dervê bibin dengê girtiyên şoreşger."