Dê Dayikên Aştiyê li wanê di şahiyê de bên gel hev

  • 12:25 30 Hezîran 2021
  • Rojane
WAN - TJA, Rêxistina DHP'ê ya Wanê û  Dayikên Aştiyê ku ji ber pandemiyê nikaribûn bihata gel hev dê sibe li Wanê di şahiyê de bên gel hev.  
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Dayikên Aştiyê yên Wanê ku ji ber pandemiyê demek dirêj bû nikaribûn bihata gel dê di şahiya ku li dar bixin de bên gel hev. Şahî dê li Otela Urartu ya li Wanê bi tevlibûna Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP'ê yên herêmê bê lidarxistin.
 
Di şahiyê de wê Koma Aryen jî bi stranên xwe cih bigire.
 
Şahî dê sibe saet di 13.00'an de bê llidarxistin.