Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

  • 12:15 30 Hezîran 2021
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin, cardin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dimîne, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji parêzerên Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica û Cengîz Yureklî bi armanca biçin Îmraliyê û bi muvekkîlên xwe re hevdîtin bikin cardin serî li dozgeriyê dan. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, bi hinceta Abdullah Ocalan di sala 2009'an de parastina bi navê "Nexşerê" ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) re şandibû, di 23'yê îlona 2020'an de 6 meh cezayê qedexeya parêzeran li Abdullah Ocalan birîbû. Ligel cezayê qedexeya parêzeran di 23'yê adarê de bi dawî bû jî, dîsa parêzer nikarin biçin Îmraliyê.
 
Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di navbera 2-22'yê gulan, 12-18'ê hezîran û 7'ê tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê û hevdîtin kiribûn.
  
Abdullah Ocalan ê 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê dibin şert û mercên tecrîda giran de tê girtin, heya niha tenê 2 caran bi telefonê bi malbata xwe re axiviye. Abdullah Ocalan cara ewil di 27'ê nîsana 2020'an de tenê 20 deqîqeyan bi telefonê axivî. Herî dawî li ser îdiayên medya înternetê belav bûn, piştî berteka civakê ya zêde di 25'ê adara 2021'an de li Edliyeya Rihayê tenê 4.5 deqîqeyan bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Vê carê jî telefon qût kirin û carek din destûr nedan ku Abdullah Ocalan bi telefonê biaxive û hevdîtina telefonê di nivî de birîbûn.