Platforma Jinan a Wanê bertek nîşanî daxistina afîşan da

  • 12:07 30 Hezîran 2021
  • Rojane
WAN - Afîşên "Peymana Stenbolê dide jiyîn" a Platforma Jinan a Wanê bi biryara walîtiyê hat daxistin. Platform bertek nîşan da û got: "Qedexeya ku li Wanê hatî kirin nayê qebûlkirin. Em ê wek berê dê îro jî xwedî li mafê xwe derkevin. Bi daxistina afîşan em dev jî Peyman Stenbolê bernadin."
 
Platforma Jinan a Wanê li gelek deverên bajêr afîşên "Peymana Stenbolê dide jiyîn" li bilboardan daliqandin. Walîtiya Wanê bi hinceta "Li dijî ewlehiya mîllî û ehlaqê ye" ji bilboardan daxist. Platform derbarê daxistina afîşan de daxuyaniyek da û bertek nîşanî biryara walîtiyê da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi biryarnameya serokkomarê şev nivê şevê Peymana Stenbolê hat betalkirin. Ev tişt tunehesibandina vîna jinê ye. Dê di 1'ê tîrmehê de ango sibêhê Tirkiye bi fermî dê ji Peymana Stenbolê vekişe. Platforma me ji sazî û aktîvîstên jin ên wanî pêk tê û di 28'ê hezîranê de li dijî betalkirina peymanê afîş amade kir. Afîşên ku bi kurdî û tirkî hatin amadekirin hatin daliqandin. 
 
Daxistina afîşên me li dij hiqûqê ye û tenê tê wateya zihniyeta rizî ya îqtîdarê ye. Li 81 bajarên Tirkiyeyê afîş hatine daliqandin. Lê qedexeya ku li Wanê hatî kirin nayê qebûlkirin. Em ê wek berê dê îro jî xwedî li mafên jinan derkevin. Bi daxistina afîşan em dev jî Peyman Stenbolê bernadin. Em ê li her qadê bêjin 'Peymana Stenbolê dide jiyîn'. Em ê xwedî li jiyan û mafên xwe derkevin."