Ayşe T. întîhar nekiriye, hatiye qetilkirin

  • 11:56 30 Hezîran 2021
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
AMED - Ayşe T. ya ku hat îdakirin întîhar kiriye, derket holê ku ji aliyê Adem T. yê derbarê wî de biryara durxistina ji Ayşeyê hebûye hatiye qetilkirin.
 
Li navçeya Farqînê ya Amedê di 8'ê Hezîranê de Ayşe T. (40) di saetên serê sibehê de li mala xwe mirî hatibû dîtin. Cenzeyê Ayşeyê rakiribûn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û bêyî ku sedema mirina wê zelal bikin hatibû îdakirin ku Ayşe întîhar kiriye. 
 
Lê di encama lêkolîna ji aliyê ajansa me ve hat kirin de derket holê ku Ayşe ji aliyê mêrê pê re hatiye zewicandin ve şîdet lê hatiye kirin, derbarê wî de biryara durxistinê hatiye dayîn û Ayşe ji aliyê heman kesî ve piştî van pêkanînan jî hatiye tehdîtkirin.
 
Ayşe hat qetilkirin
 
Li gorî lêkolîna ku ajansa me kiriye; zarokên Ayşe T. diyar kirin ku Adem T. ew tehdît  kirine, bi dizî ketiye malê, di malê de Ayşe T. qetil kiriye, piştî ku wekî întîhar kiribe teşe daye cenaze dîsa bi dizî ji malê derketiye. 
 
Piştî vegotinên zarokên Ayşeyê lêpirsîna derbarê bûyerê de jî hatiye berfirehkirin û hat diyarkirin ku wê îro li gel pedegok îfadeya zarokan jî bê girtin.