Li Mexmûrê greva birçîbûnê 195 roj in didome

  • 11:40 30 Hezîran 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, di roja 195’an de didome.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 98’an di roja 195’an de berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê hatiye dest pê kirin, her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî tê ziyaretkirin.
 
‘Xiyanet,tekoşin û berxwedan bi hevre dimeşe ‘
 
Li ser navê koma gel Qedrî Şirişeyi serkeftin ji çalakvanan re xwest û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Gelê Kurd û tevayî kesên ku tevlî çalakiya bûn, çi li Mexmûr, çi li Bakur, tevayî gelê derveyî welat ji hemuyan re di çalakiyên wan û karê wan yê ewqas pîroz didin meşandin de serkeftinê dixwazim. Xiyanet, têkoşin û berxwedan bi hev re dimeşe, bila herkes bizanibe ev serdeme dibin têkoşina rêbertiya me û xeta şehidan de dimeşe ev serdem serdemek nûye. Ez carek din bi rihê şoreşgerti silavên xwe ji hemû çalekvanên zindanan re, yên welat, derveyi welat re dişinîm di têkoşina wan de serkeftinê dixwazim." 
 
‘Sekinin ji mera nabe’ 
 
Li ser navê koma çalakiyê jî jina ciwan Medîne Tok jî xêrhatina gel kir û got: “Sekinandin ji mera nabe, sekiandin xiyaneta herî  mezin e ji bo me. Ji ber vê ji çi karê ku ji destê me bê em pêk binin. Ji bo rêberê xwe ji bo gelê xwe ci ji destê me bê em ê divê em bikin heya dawiyê. Dubare em xêrhatina we dikin  û gelek sipasi ya we dikin."