Jin ji bo çalakiya sibe amade ne: Peyman mafê me ye

  • 11:22 30 Hezîran 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Jinên ku wê sibe li dijî fesihkirina Peymana Stenbolê bi dirûşma "Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin û em ê jiyanê rawestînin" li Taksîmê bên gel hev amadekariyên xwe yên ji bo çalakiyê qedandin. Koma Kampanyaya Peymana Stenbolê pêk bîne ku jin vexwendin çalakiyê got, "Îqtîdarê ev peyman bexşî me nekiriye û destkeftiya me ye. Ji nû de bidestxistin jî di destê me de ye."
 
Peymana Stenbolê ku bi biryarnameya Serkomarê tirk di 20'ê Adarê de hat fesihkirin, dê di 1'ê Tîrmehê de ji meriyetê bê rakirin. Serlêdanên gelek jin û saziyên sivîl ku ji bo biryara derbarê pemanê bê rakirin de jî hatin redkirin.
 
Ji bo Taksîmê amadekarî qediyan
 
Amadekariyên Koma Kampanyayê ya Peymana Stenbolê pêk bîne ku berî bi hefteyan ji bo çalakiyê ban kiribûn jî qediyan. Koma Kampanyayê wê di 1'ê Tîrmehê de bi dirûşma "Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin û em ê jiyanê rawestînin" dê bi jinan re bê gel hev û fesihkrina pemanê şermezar bike. Jinên ji Koma Kampanyayê derbarê çalakiya ku wê li dar bixin banga tevlibûna çalakiyê li jinan kirin. 
 
'Em dest ji peymanê bernadin'
 
Îrem Kayikçi diyar kir ku wan dest ji Peymana Stenbolê bernedaye û wiha berdewam kir, "Peyman ji bo me neqediyaye. Em ê  heta ku dawî li qetilkirina jinan û LGBT+ bînin li qadan bin. Di serdemeke ku em ji bo her cure cudakariyê têdikoşin em fesihkirina Peymana Stenbolê qebûl nakin. Em bang li hemû jinan dikin ku li Taksîm  Tunelê bên li gel me tevli çalakiyê bibin."
 
'Em di 1'ê Tîrmehê de li Taksîm Tunelê ne'
 
Sezen Ozkan jî got, "Em bi biryara yek kesî fesihkirina Peymana ku ji bo jiyana me girîng e qebûl nakin. Em ê di 1'ê Tîrmehê li Taksîm Tunelê çalakiyê li dar bixin û em bang li hemû jinan dikin ku tevli çalakiyê bibin."
 
'Pajve vegerandin di destê me de ye'
 
Hava Coştan jî got, "Em ê bi dirûma  'Em dest ji peymana Stenobê berndadin û em ê jiyanê rawestînin' li qadan bin. Ji bo ku em li jiyana xwe xwedî derên emê li Taksîm Tunelê bin û em bang li her kesî dikin ku tevli çalakyê bibin."