Li Wanê mêrekî li zarokî êrîşa zayendî kir

  • 09:21 30 Hezîran 2021
  • Rojane
 
WAN - Li navçeya Rêya Armûşê mêrê bi navê C.Ç. li zarokekî êrîşa zayendî kir. 
 
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê saet li dora 22.00'an mêrê bi navê C.Ç. êrîşa zayendî li zarokekî kir. Piştî ku bûyer hat bihîstin şêniyên taxê berek nîşan dan û hat diyarkirin ku zarokê êrîş lê hatiye kirin êdî nema dikare biaxive. 
 
Piştî ku malbata zarok ji bûyerê haydar bû, çû ser mala kesê êrîş li zarokê wan kiriye. 
 
Bi polîsên hatin cihê bûyerê re gengêşî qediya û hat diyarkirin ku gûmanbar jî reviyaye.