Xûrbet Îşlek: Zîlan ji bo Gelê Kurd bû çirûska ronahiyê

  • 09:06 30 Hezîran 2021
  • Rojane
Selma Oremar - Leyla Ozcuk
 
MEXMÛR - Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Xûrbet îşlek, bal kişand ser pengava “Dem dema azadiyê ye” û got: “Heval Zîlan di vê deme de xeteriya li hemberî Rêber Apo dît û bi çalakiyeke wisa bersiv da pêvajoyê. Ji bo Gelê Kurd bû çirûska ronahiyê.”
 
Li Dêrsîmê di 30’yê Hezîrana 1996’an de Zeynep Kinaci (Zîlan) li dijî binpêkirin, îxanet û hevkariyê çalakiyek pêk anî û bû sembola berxwedana têkoşîna jina kurd. Her sal jin pakrewanên meha hezîranê bi çalakî û bernameyên taybet bi bîr tînin. 
 
Yek jî wan Zeynep Kinaci ye. Zeynep di 10’ê tebaxa 1971’ê de li gundê Elmali yê Meletiyê hat dinê. 7 xwişk û birayek bûn. Ya herî biçûk ew bû. Li Zanîngeha Meletiyê Beşa Rehberî û Şêwirmendiya Derûnî ya Zanîngeha Înonu xwend. Piştî zanîngehê li Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê wek teknîsyena rontgenê xebitî. Di 1994’an de di meha tebaxê de li Edeneyê tevlî xebatan dibe û di 1995’an de tevlî Tevgera Azadiyê û navê Zîlanê digire.
 
‘Zîlan banga azadiyê ye’
 
Sala 1996’an pêvajoyeke ku rêveberiya Tirkiyeyê her cureyên mudaxaleya leşkerî û rêbazên kuştinên kiryar nediyar pêk dianî bû. Di 6’ê gulana 1996’an de li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hewldanek suîkastê pêk hatibû. Ev hewldan vala derketibû. Zîlanê li dijî êriyan çalakiyek amade kir. Zîlan di sala 1996’an de bi kelecanek mezin li parqê rûnişt, weke hêrsa bi salan di dilê wê de bû, li saeta xwe mêze kir û rabû ser piyan… Qêrinek ji Dêrsîmê hat… Ev qêrîna Zîlanê bû. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo Zîlanê wiha gotibû “Zîlan manîfesto ye. Banga azadiyê ye.”
 
Derbarê xeta têkoşîna azadiyê ya Zeynep Kinaci û pêngava “Dem dema azadiyê ye” de, Endama Koordinasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Rustêm Cûdî (Mexmûr) Xûrbet îşlek ji ajansa me re axivî. 
 
‘Ji bo Gelê Kurd bû çirûskek’
 
Xûrbet di destpêka axaftina xwe de pakrewanên meha hezîranê bibîranî û wiha bal kişand ser taybetmendiya meha hezîranê: “Ji bo me kurdan hemû meh bi watene û girîng in. Lê bi taybetî jî ji bo jinên kurd meha hezîranê watedar e. Di meha hezîranê de heval Zîlan çalakiya xwe ya fedayî pêk anî û ew rih ji bo jina kurd bû lêgerîna mafê jinan. Me sozek dabû heval Zîlan em bi vê sozê têdikoşin û dixebitin. Xwedîderketina li keda şehîdan ji bo me şanaziya herî mezin e. Heval Zîlan di vê pêvajoyê de xeteriya li hemberî Rêber Apo dît û bi çalakiyeke wisa bersiv da. Ji bo Gelê Kurd bû çirûska ronahiyê. Ji wê demê heta niha jina kurd di hêla çalakiyên xwe yên fedayî de xwe gihandiye astek wisa ku tu hêz nikare wê rihê fedayî ji jinê bistîne. Pêwîste li ser berxwedana heval Zîlan em têkoşîn û berxwedanê bidin mezin bikin û weke xeta jina kurd û weke xeta azadiyê bixebitin.” 
 
‘Em ê xeyalên pakrewanan pêk bînin’
 
 Xûrbet, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser çalakiyê û got: “Dema Zîlan çalakiya fedayî pêk anî di temeneke ciwan de bû, lê digot ku ‘ji rihê min girîngtir tiştek heba, minê ji bo Rêber Apo feda kiriba’. Bi vî rihê çalakiya xwe ya fedayî pêk anî. Weke wargeh û bi taybet weke jin her sal em heval Zîlan bibîrtînin. Bi çalakiyan û bi bernameyên cuda em şehîdên meha hezîranê û şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Xeyalên ku ew dabû pêşiya xwe em bi têkoşîna xwe bigihînin serkeftinê. Weke xeyalên şehîdên me, armanca me ya esasî azadkirina Rêber Apo ye û divê em xeyal û armanca şehîdên xwe pêk bînin.”
 
‘Xiyanet nebûya dê yekitî pêk bihata’
 
Xûrbet, pêngava “Dem dema azadiyê ye” wiha şîrove kir: “Bi taybetî jî em jin bi rihê azadiyê dikarin zêdetir têkoşinê bighînin asta navnetewî û çalakiyên bi bandor pêk bînin. Bi vî rengî em dikarin bi awayek fîzîkî Rêber Apo di nava xwe de bibînin. Ger xiyaneta di nava Gelê Kurd de tunebûya niha hîn zûtir yekitiya Gelê Kurd pêk bihata. Dema kurd xwe digihine lûtkeya herî bilind, nêzî azadî û serkeftinê dibe, bi xiyanetên ku tên kirin destkeftî têk diçin. Her tim ji yekitiya kurdan ditirsin, xiyaneta xwe ya bisalan îro berdewam dikin.”
 
‘Dê li ser xeta azad dê têkoşînê bidominin’
 
Xûrbet, ji bo yekitî û azadiyê divê xwedî li pakrewanan derkevin û wiha bi lêv kir: “Weke jin soz û peymana me dayî şehîdan di xeta Zîlanan de, bi rihê Zîlanan em bigihêjin azadiyê. Em jin li kuderê dibin bila bibin em ê di nav xebatên azadiyê de bin. Ji bo me tişta sereke jî têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo ye. Her wiha jin dê li ser xeta azad têkoşîna xwe bide meşandin.”
 
‘Bêdengî mirin e’
 
Endama Koordinasyona Meclîsa îştar Xûrbet wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li ser rihê rêheval Zîlan em bang li jin û ciwanan dikin ku derê dibin bila bibin bila di xeta Zîlan de berxwedana xwe pêş bixin. Divê çalakiyên bi bandor pêk bên. Pêwiste her roj em di xeta şehîdan de em soz û peymana xwe nû bikin. Dem hatiye ku em dagirkeran ji axa Kurdistanê derbixîn. Divê em bêdengiyê nepejirînin ji ber ku bê  dengî mirin e. Berxwedana lehengên çiyanên Kurdistanê bi destanên zêrîn tên nivîsandin.”